Li Hatayê 13 kes hatin girtin

Li Hatayê 13 kes hatin girtin

Li Hatayê ji 17 kesên sibea 22'ê Tîrmehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û duh radestî Edliya Edenê hatin kirin, 13 jê hatin girtin.

Polîsan roja 22'ê Tîrmehê saet di 05.00 de bavêtibû ser hin malan û êrîşî konên li Parka Sevgî hatibûn vedan. 15 kesên li Parka Sevgî hatin binçavkirin, di heman rojê de hatin berdan. 17 kesên di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin jî, duh rastî Edliya Edenê hatin kirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Bi fermana Dozgeriya Komarê ya Edenê, bi îdîaya tevlî çalakiyên Parka Gezî bûne, di encama operasyonên polîsan ên li mal û Parka Sevgî yên Hatayê de, roja 22'ê Tîrmehê 3 jê zarok 32 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 3 jê zarko 15 kes piştî îfadeyên li Muduriyeta Emniyetê ya Hatayê, piştî rojekê hat berdan. 17 kesên li Muduriyeta Têkoşîna li dijî Terorê dihatin ragirtin jî, kar û barên wan ên li emniyetê temam bûn. Binçavkirî îro danê sibê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya li Antakyayê û piştî kontrola tenduristiyê, radestî Eliya Edenê hatin kirin.

Dadgehê Emrah Bûlûk, Sevcan Yilmaz, Alî Cavîr û Ûmût Anil İşik serbest berda û der heqê 13 kesan de jî biryara girtinê da.

Navê 13 kesên girtî weha ye:

"Endamên ESP'ê Ozan Ûgûr Taş û Yasîn Yîgîtdol, endamên TOPG'ê Mîthatcan Turekten, Sevînç Dok, Mahmût Dûrkal û Devran Çaglar, endamê Halevî Cîhan Çelîk, ji Platforma Yekitiya Têkoşînê Ozgur Aslanyurek, ji Kaldiraç'ê Mûstafa Kemal Ersoz, Namik Kemal Ersoz, Sînem Badem û Alî Şahîn Kayirci, ji SODAP'ê Hakan Gungor."

Tê payîn parêzer îro li dijî girtinê derkevin.