Li Hatay û Dersîmê operasyonên qirkirina siyasî

Operasyonên qirkirina siyasî li Hatay û Dersîmê dewam kirin. Li Stenbolê jî dema girtina li binê çavan a binçavkiriyan hat dirêjkirin.

Rejîma AKP/Qesra Erdogan, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Li Hatay û Dersîmê gelek kes hatin binçavkirin. Li Stenbolê jî dema girtina li binê çavan a binçavkiriyan hat dirêjkirin.

HATAY

Operasyonên duh li navçeyên Dortyol, Kirikhan û Samandag ên Hatayê dest pê kirin, danê vê sibehê dewam kirin. Di serdegirtina malan de li Dortyolê Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Hasan Vural hat binçavkirin. Hat zanîn ku Vural di çarçoveya lêpirsînek li Edeneyê hatiye binçavkirin û birine Edeneyê.

Li gundê Yalangoz ê Kirikhanê jî leşkeran bi ser malan de girtin û welatiyên bi navê Îsmaîl Aymaz û Sezgîn Sozel binçav kirin. Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 8’an. Di operasyona duh de welatiyên bi navê Dedo Aymaz, Hasan Aymaz, Bestamî Goçer, endama Meclîsa Partiyê ya SYKP’ê Sevgî Kûrtdere û Canan Sarioglû hatibûn binçavkirin.

DERSÎM

Li Dersîmê, danê sibehê leşkeran bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de li taxa Gazîkê hevjîn Ahmet û Fatma Top hatin binçavkirin. Leşkerên ku hevjîn birin gundê Venk, piştî li mala wan lêgerîn kirin, birin Fermandariya Jendermeyan a Bajêr.

Li Mazgêrdê jî keyayê gundê Hulma Asim Kaya hat binçavkirin û birina qereqola navçeyê.

STENBOL

Li stenbolê jî, dema girtina li binê çavan a 56 kesên ji 126 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin, 7 rojan hat dirêjkirin. Nayê zanîn bê 126 kes wê kengî bibin edliyeyê.