Li Hannoverê têkîldarî tecrîdê panel
Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd didome, parêzerên wî têkîldarî mijarê li Ewropayê panelên agahdarkirinê li dar dixin.
Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd didome, parêzerên wî têkîldarî mijarê li Ewropayê panelên agahdarkirinê li dar dixin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi tevlîbûna Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û nêzî 30 rêxistinên civaka sivîl têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya Sendîkaya Karkeran a Elmanyayê panel hate lidarxistin. Di panelê de ji parêzerên Ocalan Newroz Ûysal û Parêzer Rotînda Polat wek qiseker amade bûn.
Parêzeran diyar kirin ku zêdetirî 5 salan hevdîtinên bi Ocalan re hatine qedexekirin, têkîldarî tenduristiya Rêberê Gelê Kurda gahî dan. Hate destnîşankirin ku tecrîd ji bo pêşîgirtina guherînên li Kurdistan û Rojhilata Navîn di meriyetê de ye, hate bibîrxistin ku Ocalan beriya niha jî gelek caran bal kişand ser mekanîka darbeyê û têkîldarî mijarê hişyarin cîdî kirine.
Gotinên Ocalan ên “Eger AKP’e cîdî be wê ev pirsgirêk di nav 6 mehan de bê çareserkirin” hate bibîrxistin, hate ziman ku AKP’e şer û xwînrijiya hê zêdetir dixwaze.
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.
Îro wê saet 13.00’an li Mala Êzidiyan a li Celleyê bi heman armancê panel bê lidarxistin.