Li Hannover serdegirtina komeleyê protesto kir

Li Hannover serdegirtina komeleyê protesto kir

Hefteya borî li bjarê Hannover a Almanyayê komeleya Kurd rastî serdegirtinê hatibû û ev  bi mîtîgekê hat protestokirin. Çaakiya ku saziyên demokratik û çep a Almanyayê piştgirî danê diyar kirin ku, tu aliyê qanûnî  yên van êrîşên li dijî saziyên kurd tune û gotin divê qedexeya PKK’ê rabe.

Hefteya borî roja yekşemê li Hannover Mala Kurdan rastî serdegirtina polîsan hatibû û gelek pirtûk û kovar hatibûn desteserkirin.  Ev bi mîtîngekê hat protestokirin. Di çalakiyê de bertekên tund nîşanê polîsan dan.

Rêxstina jinan Caourage, Partiya Komînîst ya Almanyayê DKP, Buroya Aştiyê ya Hannover,  Rêxistina Kapîtalîst  (Avantî), Rêxistina Hannover Antîfa, Partiya Çep, MLPD, ATİK  û ATİF, Rote Aktion jî piştgirînda  mîtîngê. Dr. Nick Brauns,  parlamenterê Partiya Çep Heidrun Ditrich û nûnerê YEK-KOM’ê Yilmaz Kaba axivî.

Dîtrîch diyar kir ku, ji ber serdegirtina komeleyê ji wezareta dadê û karê hundir re name şandine û xwestine bûyer ronî bibe. axaftinkerên din jî diyar kirin ku divê hikûmeta Alman demildest dest ji polîtîkayên krîmînalîzekirina kurdan berdin û rola xwe di çareseriya pirsgirêka kurd de bilîzin.

JI FAŞÎSTAN PROVAKASYON

200 Metre ji durî qada mîtîngê standa îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan hatibû vekirin û ev jî rastî komeke nîjadperestên tirk hat. Du xwendekarên kurd yên îmze berhev dikir birîndar bûn.                                                                                       Dema bûyer pêk hat mîtîng bi dawî bibû.