Li Hamburgê rêzeçalakî

Li Hamburgê rêzeçalakî

Rêzeçalakiyên Kurdan ên li bajarê Almanya Haburgê yên bi armanca protestokirina qetilkirina her sê jinên Kurd berdewam dikin. Piştî meşa hefteya borî roja înê pêk hat, ciwanên Kurd duh jî çalakiyek li dar xistin. Ciwanên Kurd di saetên êvarê de daketin navenda bajêr û meşek li dar xistin. Ciwanan di meşê de şehîdên şoreşa Kurdistanê silav kirin û dirûşimên weke “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” qêriyan. Her wiha ciwanan banga xurtkirina têkoşînê kirin.

Roja îna bê jî Meclîsan Jinên Kurd a Hamburgê dê li ber sefaretxaneya Franseyê çalakiyek li dar bixin. Ji Berdevka Meclîsê Zîlan Dêrsim bang li Kurdistaniyên li Hamburgê kir ku roja saet di 16.00 de li Heimhuder Straße 55 ya nêz Dammtorê bin.

Roja yekşemê jî jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şayelemez dê li Salona Dawetê ya Hithouse bên bîranîn.