BI DÎMEN

Li Hambûrgê panela xwerêveberiyê

Li Hambûrgê bi beşdariya Hevseroka KCD Selma Irmak û lîstikvanê Elman Rolf Becker, panelek hat lidarxistin. Di panelê de rastiya xwerêveberiyê di modela konfederalîzma demokratîk de hat nîqaşkirin.

Li Hambûrgê bi beşdariya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD Selma Irmak û lîstikvanê Elman Rolf Becker, panelek hat lidarxistin. Di panelê de rastiya xwerêveberiyê di modela konfederalîzma demokratîk de hat nîqaşkirin.

Panel ji aliyê NAV-DEM Hambûrgê ve hat organîzekirin û li Zanîngeha Hambûrgê bi beşdariya 300 kesî hat lidarxisitn. Çalakgerên greva birçîbûnê yên Elewî jî cihê xwe di panelê de girt.

Di destpêka panelê de lîstikvanê Elman ê navbera Rolf Becker, ku hefteya derbasbûyî bi Parlamenterê Parlamenta Federal a Elmanya Jan von Aken re çû Kurdistanê û li navçeya Sûrê lêkolîn kir, çavdêriyên xwe vegot.

Becker got, "Em du rojan li navçeya Sûrê bûn. Bi qasî pêncî roj in li Sûrê av, xwarin nikarin bên peydakirin" û anî ziman ku li wê derê berevajî îdîayan şervanên PKK'ê nîne, bi tenê ciwanên rahiştine çekan hene. Becker destnîşan kir ku ev helwesta zordar a Erdogan zextê li Kurdan dike ku ji Tirkiyeyê veqetin. Becker di dawiya axaftina xwe de diyar kir, ku ji bo qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê were rakirin, divê hewldanên berfireh werin.

Dûre kameraman Ûwe Ahlborn mafê axaftinê wergiret û çavdêriyên xwe yên li Nisêbîn, Cizîr û Sûrê vegot.

Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD Selma Irmak jî li ser rewşê agahî da û dûre modela konfederalîzma demokratîk vegot. Irmak anî ziman, ku di encama têkoşîna 35 salan de asta hevdîtinan a ji bo çareseriya pirsgirêka mafên Kurdan hatiye bidestxistin û got, "Di nava 35 salan de me zarokên xwe yên herî bedew û hêja ji dest dan. Û em bi vê jî dizanin, ku ji bo azadiyê berdêl divê. Ev berdêl jî gelekî bi êş in. Divê em bikevin nava pêvajoyeke ku rondik ji çavên dayikan nabarin. Hevdîtinên sê salan ên li Îmraliyê di nava gel de rê li ber hêviyeke aştiyê vekiribû. Li cihekî demokrasî lê nîne, aştî jî nabe. Gelê Kurd pêvajoyeke azad, demokratîk û jiyaneke bi hev re da destpêkirin. Û nîşan da ku ji vê re amade ye. Di rewşeke ku li Rojhilata Navîn sînor ji nû ve tên dîzaynkirin de rejîma Tirk li dijî Kurdan şer dike."

Irmak da zanîn, ku temamiya derdê Erdogan pêşîgirtina li statuyeke Kurda a li Rojavayê Kurdistanê ye û got, "Di heman demê de dixwaze bibe sûltanê Rojhilata Navîn. Yanî dixwaze bibe 'Muhteşem Suleyman'. Lê belê bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re Kurdan ev xeyala wî di ber wî de hiştin. Lewma Erdogan şer da destpêkirin. Ez li Colemêrgê bûm Hefteyek heman piştî hilbijartinê, bi hezaran leşker li Colemêrgê bi cih kir. Erdogan şer wê demê da destpêkirin. Li cihê ku sewqiyat hat kirin, xendek tinebû. Di sedsala 21'an de em ê mîna mihiyê serê xwe dirêjî ber kêrê nekin. Û em bi biryar in mîna li Kobanê, li ber xwe bidin."

Irmak destnîşan kir, ku Kurd êdî naxwazin bê statu bijîn û got, "Kurd wê êdî destûrê nedin ku walî wan bide kuştin. Eger li hemberî vê tinekirinê bêdengî hebe, wê ev pêvajo dirêj dewam bike. Ji ber vê yekê divê cîhana Rojava jî bêdeng nemîne. Berxwedana Kurdan îro bi êrîşa hêzên global re rû bi rû ye. Lewma divê berxwedan jî global be."

Panel bi banga beşdariya li meşa roja Şemiyê ya li Berlînê bi dawî bû.

...