Li Hambûrgê komplo hate protestokirin
Di 19’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hat bi xwepêşandanan hate protestokirin.
Di 19’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hat bi xwepêşandanan hate protestokirin.
Li Hambûrgê ji bo şermezarkirina komployê, di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê de mîtîngek a protestoyê hate lidarxistin. Di mîtînga li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a Hambûrgê hate lidarxistin de, li dijî helwesta polîsên Elman a bi hinceta qedexeya posterên Ocalan rê neda ku bê bilindkirin, nerazîbûn hate nîşandan.
Ji Hevberdevkên Meclîsa Jinan a Rojbîn Leyla Kaya diyar kir ku ev nêzîkatiya polîsên Elman xizmetê ji siyaseta Erdogan re dike, anî ziman ku weke Kurdistaniyan vê helwesta polîsên Elman şermezar dikin.
Kaya destnîşan kir ku komploya di kesayeta Ocalan de hate kirin tê wataya li dijî vîna hemû gelê Kurd hatiye kirin, çi dibe bila bibe em ê komployê şermezar û lenet bikin.
Hevberdevka din Hatîce Kaya jî diyar kir ku komploya li dijî Ocalan êrîşeke li dijî vîna jina Kurd hatiye kirine. Jinên ku tevlî mîtîngê bibûn li dijî helwesta polîsan a antî-demokratîk dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”, “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Tirkiye” qîr kirin.
Mîtîng bi danîna çelega reş a li pêşiya Sefaretxaneya Tirk û şûnde bi dawî bû.