Li Hamburgê jinên kurd ji bo Rojava seferber bûn

Li Hamburgê jinên kurd ji bo Rojava seferber bûn

Jinên Kurd yên li Hamburgê dijîn, ji bo kampanyaya piştevaniya bi Rojava re ya ku TJKE’ê daye destpêkirin seferber bûn.  Jinan  amûrên tibî û derman berhevkirin.

Jinên kurd yên li bajarê Hamburg a Almanyayê dijîn, di çarçoveya kampanyaya ku Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê (TJKE) di 1’ê îlonê de ji bo piştevaniya bi Rojava re dabûn destpêkirin, derman berhevkirin.  Endamên Meclisa Jinan a Rojbîn, Fatma Aydin, Meral Babur, Nazan Ulgut û Gulcan Amed der barê mijarê de ji ANF’ê re axivîn.

Meral Babur da zanîn ku Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê (TJKE) di 1’ê îlonê de ji bo piştevaniya Rojava kampanya da destpêkirin û got ew wek Meclisa Jinan a Rojbîn piştgiriyê dibin vê kampanyayê û wiha got: “

Sê aliyê vê kampanyayê hene; Hem rayagiştî û saziyan agahdar dike, hem alîkariya aborî û  dermanan berhev dikin. Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd a Cenî der barê mijarê de dosyayek amade kir. Me ev pêşkêşî hinek saziyên li Hamburgê bû kir. Mînak yên wekê Rêxistina Efûyê (AL), Doktorên Sînornenas, Fona Alîkariyê ya Zarokên NY û Carîtaş (UNÎCEF). Di alî aborî de jî me standa xwarinê vekir û ji bo Rojava me hatin berhev kir.”

Fatma Aydin jî destnîşan kir ku hemû alîkariyên heta niha berhevkirine radestî Heyva Sor kirine û anî  ziman ku her kes bi erênî kampanyayê pêşwazî dike.

Endamên Meclisa Jinan a Rojbîn wek heyetekê çûn serdana saziyên cuda yên bajar û der barê ambargoya li ser Rojava dosyayek pêşkêş kir.

Seroka Navena Çanda Kurd a Almanyayê Nazan Ulgut ku di kompanyayê de cih girt wiha got: “Me destpêkê sazî tespît kirin. Di anva du rojan de me xwe gîhand Rêxistina Efuyê, Doktorên sînornenas, Carîtas û UNÎCEF’ê. Li her derê Almanyayê nûneriya van hene. Hemû di mijara Sûriyeyê de faliyetan dimeşîne. Me di hevdîtinan de agahdarî kir. Hevdîtin erênî derbas bûn.

Ji Meclisa Jinan Gulcan Amed der barê xebatê de agahî da û diyar kir ku hemû jin dixwazin di vê xebatê de cih bigirin û diyar dikin ku ew ji bo vê alîkariyê gelek dereng mane.

Gulcan destnîşan kir ku aliyekî din yê kampanyayê eve ku ji bo zarokên Rojava mama, amûrên tenduristiyê bê çareserkirin. Gulcan bang li jinan kir ku ji bo vê zêdetir tevli xebatên bibin.