Li Hambûrgê di meşa Paskalyayê de Berxwedana Efrînê hate silavkirin
Li bajarê Hambûrgê di meşa Paskalyayê de Berxwedana Efrînê hate silavkirin, dagirkeriya Tirk hate protestokirin.
Li bajarê Hambûrgê di meşa Paskalyayê de Berxwedana Efrînê hate silavkirin, dagirkeriya Tirk hate protestokirin.
Di meşa Paskalyayê ya li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê de Berxwedana Serdemê hate silavkirin.
Di bin pêşengitiya Platforma Aşitiyê ya Hambûrgê meş hate organîzekirin, partî, sendîka, rêxistinên civaka sivîl û gelek tevgerên baweriyê piştgirî dan meşê. Kurdistaniyan jî bi pankarta ‘Her der Efrîn e, her der berxwedan e’ di meşê de cih girtin û li dijî dagirkeriya Tirk belavok belav kirin.
Di meşê de gelek pankart û dovîz hatin hildan ên ku dagirkeriya Tirk şermezar dikin.
Di destpêkirina meşê de Nûnerê NAV-DEM’Ê Yavûz Fersoglû axivî û got bi piştgiriya NATOyê dewleta Tirk gelek komkujî kir û bû sedema mexdûrbûna sed hezaran mirov.