Li Hambûrgê çalakiya Hefteya Lehengiyê

Li bajarê Elmanya Hambûrgê çalakiya Hefteya Lehengiyê hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê çalakiya Hefteya Lehengiyê hat lidarxistin.

Di merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Hambûrgê de, ji bo şervanê YPG'ê yê li Rojava jiyana xwe ji dest da Dile Kobanê yê Ereb, serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê Hatîce Kaya mafê axaftinê wergirt û got, "Weke gel em gelek tiştan deyndarê şehîdên xwe ne."

Kaya got, "Newroza li zîndana Amedê hevrê Mazlûm Dogan bi bedena xwe pîroz kir, bi pêşengiya Fermandar Egîd deng veda. Têkoşîna azadiyê ya bi 3-4 kesan destpê kir, îro bi mîlyonan mirov gihandiye hev. Em şehîdên xwe yên em gihandine van rojan bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em naxwazin êdî bêstatu bijîn." Kaya destnîşan kir, ku çawa Mehmet Tûnç li Cizîrê, Pakîze Nayir li Silopiyayê li ber dijminê barbar serî netewandin, şopdarên wan jî wê serî netewînin.

Kaya da xuyakirin, ku divê Kurdên li dîasporayê dijîn, di nava meclîsên gel ên bi zanebûn û biryardarî hatine avakirin de cihê xwe bigirin.