Li Hambûrgê buroya hilbijartinê ya HDP'ê vebû
Ji bo destekkirina HDP'ê li semta Altona ya Hambûrgê buroya hilbijartinê hat vekirin.
Ji bo destekkirina HDP'ê li semta Altona ya Hambûrgê buroya hilbijartinê hat vekirin.
Ji bo destekkirina HDP'ê li semta Altona ya Hambûrgê buroya hilbijartinê hat vekirin. Di merasîma vekirina buroyê de hemû pêkhateyên HDP Hambûrgê, Civata Suryaniyan, nûnerên HAK-EVÎ, Mizgefta Şêx Seîd, saziyên demokratîk ên Kurdistanî û Tirkiyeyê û girseyeke qelebalix a gel amade bûn.
Di merasîmê de axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê Die Linke yê Altonayê Metîn Kaya ve hat kirin. Kaya diyar kir ku ew weke partî destekê didin HDP'ê û ji bo serketina wê dixebitin. Kaya destnîşan kir ku HDP di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de xwedî cihekî girîng e.
Hevseroka Koma Partiya Çep a li Parlamenta Eyaletê Cansû Ozdemîr jî di merasîma vekirina buroyê de peyivî û da zanîn ku girîng e HDP benda ji sedî 10'an derbas bike.
Ozdemîr ragihand ku yekane partiya cih dide temsîliyeta wekhev HDP ye û destnîşan kir ku yekane rêya pêşî li AKP'ê bigire, cihgirtina HDP'ê li parlamentê ye. Ozdemîr anî ziman ku ji ber baweriya xwe bi vê heye, ew ê desta ji wan bê bidin HDP'ê.
Paşê li ser navê pêkhateyên HDP'ê Yavûz Fersoglû axivî û got, "Em weke Kurd, Tirk, Ermenî, çerkez, Yahûdî, Ereb, Mihelmî, Laz, Suryanî, Rûm, Êzidî, Elewî, Misilman, Xiristiyan, rewşenbîr, hunermend û siyaetmedarên ji her qewm, bawerî û zayendî, nirxên HDP diparêze diparêzin û ji bo serketina HDP'ê çi ji destê me bê em ê bikin."
Fersoglû namzetên HDP'ê silav kir û bang li her kesên ku daxwaza destûreke bingehîn a demokratîk, azadîparêz û wekhev dixwazin kir, ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê.
Buroya agahdarkirinê ya HDP'ê ya li navnîşana Am Felde 2 / Altona, wê her roj saet di navbera 12 û 18'an de vekirî be. (Tel.: 040.25 49 55 47/- 41 35 85 20)
HDP Hambûrg her wiha wê di 26'ê Nîsanê de li semta Bergedorfê li DÎMA Sportcenterê bi beşdariya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û namzeta HDP'ê ya Îzmîrê Pinar Aydinlar şeva piştevaniya HDP'ê lidar bixe.