Li Hamburg û Marsîlyayê çalakiyê edaletê
Li Hamburg û Marsîlyayê çalakiyê edaletê
Li Hamburg û Marsîlyayê çalakiyê edaletê
Di çarçoveya çalakiyên ku piştî sê jinên siyasetmedar yên Kurd li paytextê Fransa Parîste hatin qetilkirin destpêkirin, li bajarên Hamburg yê Almanya û Marsîlya yê Fransayê jin hatin cem hev.
Di pêşengtiya Meclisa Jinan ya Rojbîn li ber konsolosa Fransa ya li Hamburge bi slogana “Em edaletê dixwazin” mitîngek pêkanî. 15 hefteye her roj Çarşemê çalakiya nobetê tê girtin û ji bo 3 jinên Kurd yên li Parîsê 9’ê Çileyê hatin qetilkirin, hate daxwazkirin ku komkujî were ronî kirin.
Di axaftina ku li ser navê Meclisa Jinan ya Rojbîn hate kirin de, bang li serkonsolosê Fransayê yê li Hamburgê Sylvie Massiere kir û da diyarkirin ku, ew hewildanên dewleta Fransa yên nixumandina komkuijiyê şermezar dikin û ew weke jinên Kurd dê tu carî dest ji hesab pirsîna komkujiyê bernedin. Di çalakiya îro ya di 15’mîn heftî li Hamburgê pêkhat de hunermenda tê naskirin Leman Stehn jî tevlî bû û ji bo bîranîna siyasetmedarên Kurd yên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez stran got.
MARSÎLYA
Yek ji çalakiyên din ku her roja Çarşemê jin bi slogana ‘Em edaletê dixwzin” pêktînin li bajarê Marsîlya pêkhat. Jinên ku li Navenda Çanda Mezopotamyayê hatin gel hev, rêya nêzî 4 kîlometreyan di destê wan de wêne û posterên Cansiz, Dogan û Şaylemez heyî heya walîtiyê meşiyan. Di çalakiya ku di roja 130’mîn de hate pêkanîn, jinan ji ber sedema ku hêjan heya niha kujer nehatine aşkera kirin û darezandin, devê xwe bi paçê reş girêdan û protesto kirin.
Jinên ku hatin ber walîtiyê, li vir rastî astengiya polîsan hatin. Di navbera polîs û jinên ku hate gotin çalakî bêdestûre rageşî derket, her wiha dema ku polîsan hewil da jinekê binçav bike jî rastî bertekek hişk hat. Piştî berteka tund ya jinan, polîs dest ji binçavkirinê berdan û neçar man xwe dan paş. Piştî rageşiya derket, li ser navê jinên tevlî çalakiyê bûn û Tevgera Jinên Kurd axaftinek hate kirin. Di axaftinê de hate gotin ku, di roja 130’mîn ya komkujiyê de dewleta Fransayê di bin tawanbariyê de dimîne û hate destnîşan kirin ku, sedemê heya niha komkujî nehatiye zelal kirin jî, nîşaneya komkujî ji aliyê hêzên komploger yên navnetewî ve hatiye pêkanîn.
Piştî axaftinan, sloganên komkujiyê şermezar dikin hatin avêtin, piştre bi awayek kom ji walîtiyê ber bi postexaneyê ve çûn û ji Wezareta Karê Navxweyî ya Fransayê kartpostên li ser ‘Em edaletê dixwazin’ hatin şandin.