Li Hambûrg, Lozan û Zurîchê panelên il ser komkujiyên Kanûnê

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê û bajarên Lozan û Zurîch ên Swîsreyê, li ser komkujiyên ku bi destê dewletê di meha Kanûnê de hatine kirin panel hatin lidarxistin.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê û bajarên Lozan û Zurîch ên Swîsreyê, li ser komkujiyên ku bi destê dewletê di meha Kanûnê de hatine kirin panel hatin lidarxistin.

HAMBÛRG

Panela li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji aliyê Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Ewropayê (ATÎK) û Konfederasyona Gelan a Demokratîk li Ewropayê (ADHK) ve hate organîzekirin.

Parêzer Ercan Kanar, Hevseroka ATÎK'ê Zeynep Çalişak û Nûnerê ADHK'ê Dûrmûş Kûrt weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Çalişkan piştî deqeyeke rêzgirtinê û nîşandana sînevîzyonê axivî û anî ziman ku lixwekirina kincê ji yek tîpî ya li girtîgehan ku li ser girtiyan tê ferzkirin, nîşaneya êrîşek li dijî hemû hêzên pêşverû yên li nava civakê ye.

Nûnerê ADHK'ê Kûrt jî bi bîr xist ku dewletên serdest bi salan hewl dan ku bi rêya komkujî û zextê mûxalefeta civakî bitepisîne.

Parêzer Ercan Kanar jî bal kişand ser komkujiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi destê dewletê hatine kirin û anî ziman, dewlet di çarçoveya hiqûqa dijminatiyê de nêzî gelê Kurd dibe.

ZURÎCH

Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, li ser komkujiyên Mereş, Roboskî û komkujiya girtîgehê ya 19'ê Kanûnê panelek hate lidarxistin. Hevberdevkê HDK-Ewropa Demîr Çelîk weke qiseker beşdarî panela li Navenda Çand û Perwerdeyê ya Zurîchê bû.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, di panelê de sînevîzyonek li ser komkujiyên ku bi destê dewleta faşîst ve hatine kirin, hate nîşandan.

Çelîk dûre axivî û destnîşan kir ku bindest bi rêya berxwedaneke rêxistinbûyî dikarin li ber komkujiyan rabin ku komkujî bûye kevneşopiyeke dewletê.

Piştî Çelîk, şahidên komkujiyên Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê axivîn.

LOZAN

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi beşdariya lêkolîner-nivîskar Hasan Ozan û siyasetmedar Alî Orak panelek hate lidarxistin.

Alî Orak destnîşan kir ku ji dema Osmanî heta niha, dîroka dewleta Tirk dîroka komkujî û qirkirinê ye û işaret bi girîngiya rêxistinbûna li dijî van komkujî û qirkirinê kir.

Hasan Ozan jî got, divê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî li dijî planên qirkirin û komkujiyê yên dewletê bên xurtkirin.