Li Hacettepeyê êrîşa polîsan

Li Hacettepeyê êrîşa polîsan

Xwendekarên şoreşger û demokrat yên hewildan xwendekarên faşîst yên li Zanîngeha Hacettepeyê standê vekin asteng bikin, polîsan êrîş kir. Hate hînbûn ku, hinek xwendekar birînar bûne û pevçûn didomin.

Dema ku xwendekarên şoreşger û demokrat destûr nedan xwendekarên faşîst li Kampusa Beytepe ya Zanîngeha Hacettepeyê çalakiyê derxînin, polîsan êrîşî wan kir.

Xwendekarên ulkucu xwestin bi boneya 18’ê Adarê li Kampusa Beytepe yê standê veke û çalakiyê pêk bîne. Xwendekarên şoreşger û demokrat destûr nedan ulkucu çalakiya xwe pêkbînin. Polîsên ku ketin kampusê, bi bombeyên gazê êrîşî xwendekarên şoreşger û demokrat kirin.

Hat ragihandin ku, di encama êrîşên bombeyên gazê de du xwendekar ji ling û serê xwe birîndar bûne. Hate hînbûn ku,  gelek xwendekar birîndar bûne. Piştî êrîşa polîsan pevçûna ku destpê kir, dom dike.