Li gundên Wanê ji bo girtina 600 cerdevanî îlah hat daliqandin

Li gundên Wanê ji bo girtina 600 cerdevanî îlah hat daliqandin

Derket holê ku li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir, Walitiya Wanê li seranserê Wanê ji bo girtina 600 cerdevanî li gundan ‘metna îlanê’ daliqandiye.

Li gorî nûçeya di malpera Lekolîn.org de cih girtiye, metna îlanê ya ku gundiyên Wanê ji malperê re şandiye de  de tê gotin ku di navbra 25’ê Adarê û 4’ê nîsanê de kesên xwedî taybetiyên hatine diyar kirinê dikarin serî li Fermandariya Cendermeyan a Navenda Wanê bidin. Li gorî vegotinên gundiyan ji ber ku cerdevaniya gundan a demborî eleqeyê nabîne ev metn li gundan daliqî maye û got serlêdan heta 4’ê tîrmehê dirêj kirine.

Li gorî daneyên dawî li seranserê Wanê 8.280 cerdevan hene. Wezareta Wanê ji bo seranserê Wanê vê hejmarê kêm dibîn e û hat diyar kirin ku ji bo zêdetir cerdevan bê girtin ji Walitiya Wanê re nivîs hatiye şandin.

Di vê pêvajoya çaerseriya demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de, ev nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê gel dike nava fikaran.

Di vê dema ku gerîl ali ser banga Ocalan vedikişîn de,  hikûmeta AKP’ê çêkirina bendav û qerekolan bi lez û bez didomîne. Bi taybet li Wan, Colemêrg û Şirnexê hejmara cerdevanan zêde dike.  Kontrolên rê yên bajaran jî dema OHAL’ê li pey xwe hiştiye.