Li gundên Mûşê agirê Newrozê hate hilkirin
Li gundên Mûşê agirê Newrozê hate hilkirin
Li gundên Mûşê agirê Newrozê hate hilkirin
Li Qersê ji bo mitînga di 18'ê Adarê de pêk bê ya bi navê "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" banga tevlîbûnê hate kirin. Li gundên Mûşê jî agirinê Newrozê hate hilkirin. Li gundên Tîvnîk, Şêx Usîv û Çirîsê yên Mûşê welatiyan agirê Newrozê hilkirin û Newroz pîroz kirin.
Rêxistina BDP'ê ya Qersê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya di 18'ê Adarê de pêk bê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Qersê Şerafettîn Îldîrîm û Nuriye Erkmen, Delegeyê KCD'ê Şemîstan Ayazdîr û gelek welatî tevlî civînê bûn. Di civînê de hate diyarkirin ku, dê li Qada Cumhuriyetê pîrozbahiya Newrozê bê kirin û Komîteya Amedekar hate avakirin. Xebatên Newrozê dê li tax û gundan bi komîsyona bên kirin.
Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Qersê Şerafettîn Îldîrîm diyar kir ku, di dîroka gelê Kurd de Newroz roja berxwedanê ye û wiha got: "Gelê Kurd her tim li hemberî zext û zordariyan berxweda. Ji bo di vê pêvajoyê de em destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hêz bikin divê em qadan dabigirin. Ji bo vê yekê em dê di 18'ê adarê de li Qada Cumhuriyetê mitînga bi slogana 'Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statûya siyasî' li dar bixin. Em dixwazin hemû gelê me tevlî mitîngê bibin."
Komîteya Amadekar a Newrozê serlêdana mitîngê kir û dê Ferhat Tunç tevlî mitîngê bibe.
Li gundên Mûşê ji starta Newrozê hate dayîn. Şevê din li gundên Tîvnîk, Şêx Usîv û Çirîsê yên Mûşê welatiyan agir hilkirin û Newroz pîroz kirin. Rêveberên BDP'ê yên Mûşê jî tevlî bernameyan bûn û heya serê sibê pîrozbahiyan berdewam kir. Di pîrozbahiyan de welatiyan govend girtin û sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vire", "Ocalan" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Ocalan" hatin qîrkirin. Ciwanan li cihên bilind agir hilkirin û fîşekên hewayî teqandin.