Li gundê Sûsikyê yê Girê Spî şerên dijwar

Li gundê Sûsikyê yê Girê Spî şerên dijwar

Li gora çavkaniyên herêmê di demjimêrên êvarê komên Dewleta Îslam a Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra êrîşî gundê Sûsikyê 15 km dikeve rojavayê Girê Spî (TilEbyed) kirine û şerên dijwar rû didin.

Çavkaniyên herêmê didin zanîn di demjimêrên êvarê komên Dewleta Îslam a Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra êrîşî gundê Sûsikyê 15 km dikeve rojavayê Girê Spî (TilEbyed) kirine û şerên dijwar rû didin. Hate zanîn di şer de 2 endamê komên çeteyan hatiye kuştin û 2 jî birîndarbûne. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê êrîşkaran birîndar û kuştiyên xwe bi erdê re kaş kirin û birin Tirkiyeyê.

Çavkaniyê herêmî didin diyar kirin ku, artêşa Tirk jî bitopan herêmê bombebaran dike.

Ji aliyekî din ve hate zanîn şerên li gundê Qanayayê 30 km dikeve rojavayê Kobanê şer hêj didome û şer belavî Zormexeryê 40 km dikeve rojavayê Kobanî jî belav bûye. Hate diyar kirin ku, di şerê ji duh êvarê de li gundê Qanaya yê 30 km dikeve rojavayê Kobanê 20 endamên komên çete hatine kuştin, 2 wesayît hatine rûxandin û bidehan birîndarên xwe derbasî Tirkiyeyê dikin.

Li gora agahiyên herêmê piştî li vir û tevgera Dewleta Îslam ya Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra li gundê Zormaxar 40 km rojavayê Kobanî şer rûdane û hêj şer li herêmê didome.