Li gundê Rojhilat ê Hesenê pasdarek hat kuştin, yek jî birîndar bû

Li gundê Rojhilat ê Hesenê pasdarek hat kuştin, yek jî birîndar bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê (NRÇ-HPG) diyar kir ku 26’ê Mijdarê li gundê Hesenê yê girêdayî Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê pastarên Îranê li hember hêzên HPG’ê kemîn danîne, di encama bersiva gerîlayan de pasdarek hatiye kuştin yek jî birîndar bûye. NRÇ HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk 26’ê Mijdarê li ser herêma Zapê firiyane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku pasdarên Îranê 26’ê Mijdarê li derdora gundê Hesenê yê girêdayî bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilat li hember hêzên me yên gerîla kemîn danîne. Li hemberî vê êrîşa kemînê gerîlayan di wextê wê de bersiv dane û şer rû daye.  Navenda Ragihandina HPG’ê da xuyakirin ku di şer de pasdarek hatiye kuştin, yek jî birîndar bûye.

NRÇ HPG, diyar kir ku 26’ê Mijdarê saet di navbera 14:30-15:00 û 19:00-20:00’an de ser xeta herêma Zapê tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk hatiye şopandin.