Li Grossetoyê Cejna Vejînê hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li Grosseto ya Italyayê û dostên wan salvegera damezirîna 41'ê ya PKK'ê bi coşiyeke mezin pîroz kirin. Pîrozbahî li hêwana dawetê ya Castel Del Pîanaoyê bi tevlêbûna bi sedan kesî pêk hat.

Hêwan bi alayên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan hate xemilandin û bi rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî peyama Komîteya Amedekar peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ya ji bo salvegera damezirîna 41'ê ya PKK'ê bi rêya sînevizyonê hate parvekirin. Piştre siyasetmedarê Kurd Ozan Bagok axaftinek kir.
Hozan Comert û Hozan Seher stran gotin.
Gelek caran dirûşmên ''Bijî Serok Apo'' hatin berzkirin.