Li Grazê şeva Kurdên Anatoliya Navîn
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, 1. Şeva Piştevanî û Yekîtiya Kurdên Anatoliya Navîn hate lidarxistin.
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, 1. Şeva Piştevanî û Yekîtiya Kurdên Anatoliya Navîn hate lidarxistin.
Şev ji aliyê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) ve hate organîzekirin û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Hevseroka PKAN-Elmanyayê Mehîla Dogan û Hevserokê PKAN ê Grazê Bîlal Şîmşek û Bulent Firinci axivîn.
Qisekeran işaret bi girîntiya yekîtî û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn kirin.
Omer Sarikûş, Hawar Komo, Mahmût Dûman, Komo Heval, Hozan Sefîn û Memo Nawdarîn di şevê de derketin ser dikê.