Li Grava Jylland ji bo Kobanê mîtîng

Li Grava Jylland ji bo Kobanê mîtîng

Li Grava Jylland a Danîmarka li bajarê Aalborg Kurdistaniyan piştgirî dan berxwedana Kobanê û ji bo şermezarkirina êrîşên DAIŞ mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtînga bi pêşengiya Komeleya Çanda Anatolya û Mala Kurd ve hat organîzekirin û li Toldbod Platds hat lidarxistin, ji herêmên cuda yên Kurdistanê bi sedan kes tevlî bûn.

Di mîtîngê de dovîz û pankartên êrîşên DAIŞ ên li hem Kobanê û dewleta Tirk a destek dide çeteyan şermezar dikin, hatin hildan û li ser hev dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî YPG, YPJ”, “Bijî Serok Apo” gotin.

Di mîtîngê de li ser navê Komeleya Kurd a Anatoya û Mala Kurd axaftin hatin kirin û ji hêzên navneteweyî hat xwestin li dijî çeteyên DAIŞ ên êrîşê Kobanê dikin êrîşên hewayî yên hîn bi bandortir pêk bînin. Di axaftinan de weke din banga ji bo yekîtiya Kurd û kongreya neteweyî hat kirin.

Ji Lîsteya Yekîtiya Danîmarka Andre Geîsler ê tevlî mîtîngê bû got ku bombebarana hêzên koalîsyonê têra nake. Geîsler di axaftina kir de got ku wan ji hikûmeta Danîmarka daxwaza yekser alîkariya Kobanê bikin kirine. Geîsler piştgiriya xwe ya bi Kobanê re îfade kir, weke Lîsteya Yekîtiyê diyar kirin Kurdên Danîmarka ne bi tene ne û wê hemû demê li rex wan bin.

Di mîtingê de ku ji bo Kobanê helbest hatin xwendin, bi dirûşmayên hatin gotin bi dawî bû.