Li Goteborgê ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Goteborgê yê Swêdê roja Şemiyê çalakiyek hate lidarxistin.
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Goteborgê yê Swêdê roja Şemiyê çalakiyek hate lidarxistin.
Li ser banga Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Goteborgê li bajêr ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Hevserokê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk ê Goteborgê Abdullah Konya diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Ocalan re zagonan bin pê dike û sûcê mirovayetiyê pêk tîne.
Konya bêdengiya welatên li rojava û Swêdê ya li hemberî tecrîdê rexne kir û ji Swêd û gelên Ewrûpayê xwest ku bila helwesta hikumetên xwe şermezar bikin. Konya bang li CPT’ê kir ku bila peywira xwe bi cih bîne û bila CPT biçe serdana Ocalan.
Di çalakiyê de sloganên ‘Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re’, ‘Bila Ocalan serbest were berdan’, ‘Ocalan gel e, gel jî em in’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.