Li gorî DYE’yê soza pêşketina bilez a ‘Nexşerêya Minbicê’ hate da

Nûnerê Taybet ê Sefaretxaneya Mezin a Sûrye yê DYE yê Stenbol û Sefîrê Koalîsyona Gerdûnî ya Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê James Jeffrey têkildarî serdana li Enqerê daxuyaniyek da.

Li gorî Sefaretxaneyê, di hevdîtinên 22-24’ê Tîrmehê ya li Enqerê de bi rayedarên asta jor re kirine, bi taybet di mijara Minbicê de soza bi ‘lez pêşketinê’ hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heyeta DYE’yê di çarçoveya civîna Koma Xebatê ya Sûriya ya Asta Bilind de bi muxatabên Tirk re civiyane.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ev civîn civîna 5’an a Koma Xebatê ya Asta Bilind ku me havîna borî pêk anî ye. Civîna mijara gotinê mijara Sûriyey ê bi berfirehî hatiye nirxandin; bi taybet mijara Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destgirtin. Aliyan li ser mijara Nexşerêya Minbicê soza bilez û şênber pêşxistinê hatiye dayîn. Di mijara zêdekirina ewlekariyê ya Tirkiye ya li ser sînorê Bakurê Rojhilatê Sûiryeyê pêşniyarên berfireh hatiye destgirtin.”

li ser Nexşerêyê û ‘detayên pêşniyaran’ ti agahî nehatin parvekirin.

Di dema serdana Jeffry ya li Tirkiyeyê rayedarekî leşkerî yê asta jor a Emerîkayê serdana Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û civiyabûn.