Li girtiyên ku bi Kurdî axivîn êşkence hate kirin

Li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Skenderûnê, gardiyanan ava şid li girtiyên bi Kurdî axivîn kirin û li wan dan.

Li Girtîgeha Tîpa M a Skenderûnê, girtî meha bihurî ji ber ku bi hev re bi Kurdî axivîbûn, bûbun hedefa êrîşê.

Girtiyan bi rêya malbatên xwe peyam şandin û bang li raya giştî kirin. Malbatên girtiyan li ser êşkenceya ku li zarokên wan hate kirin ev agahî da: "Ji xwe gardiyan her gavê heqaretê li wan dikin. Herî dawî ji ber ku bi Kurdî axivîne li wan dan. Niha jî ava şid li wan kirine û bi vî rengî li wan dane. Li hemû girtiyên li qewîşê dane. Girtiyên ku li ber vê yekê rabûne jî xistine hucreyên ji hev cuda."

Girtiyên ku li ser lêdana li wan hate kirin rapor stendin, bi raporê serî li dozgeriya girtîgehê dan, lê belê dozgerê Tirk ji wan re got, "Li ser êşkenceya ku li we hatiye kirin ti delîl nîne. Ez ji ku zanibim ku hûn derewan nakin? Ji ber vê yekê ez ê nikaribim tiştekî bikim." Girtiyan diyar kirin, dozger rapora li ser lêdanê lêkolîn nekiriye û bang li raya giştî kirin.

Malbatên du girtiyan li ser bûyerê serî li Şaxê Mêrdînê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dan û daxwaza alîkariya hiqûqî kirin.