Li girtiya nexweş ‘rêwitiya mirinê’ tê ferzkirin
Li girtiya nexweş ‘rêwitiya mirinê’ tê ferzkirin
Li girtiya nexweş ‘rêwitiya mirinê’ tê ferzkirin
Girtîgeha girtî ya Jinan a Şakranê, ji girtiya jin a nexweş Burcu Koçlu, rapora heyetê ya diyet û nexweşiyê dixwaze. Burcu Koçlu jî, ji bo ku rapora heyetê bigire, divê bi wesayîta rîngê rêwitiyê bike û rêwitiya bi rîngê jî ji bo nexweşiya wê gelek bi xetere. Koçlu da zanîn ku ev ji bo wê wek rêwitiya mirinê ye.
Burcu Koçlu di operasyonên Gezî de li Îzmîrê di 31’ê Gulanê de hate girtin û li girtîgeha Şakranê ya Jinan dimîne, ji ber rapora heyetê ku girtîgeh dixwaze nekare tedawî bibe. Koçlu der barê nexweşiya xwe û helwesta girtîgehê de nameyek ji ANF’ê re şand.
Koçlu di nameya xwe de da zanîn ku ew nexweşa Myestanra Gravîs ku nexweşiyeke lemlateyane û wiha pê de çû: “Di şert û mercên girtîgehê de nexweşiya min pêşde diçe. Di krîza Myestaîk de divê demildest mudaxaleya tibbî bê kirin. Ji bo ku şansê serkeftina vê mudaxaleyê zêde bibe, divê ev nexweş li nexweşxaneyan bên dermankirin.
Koçlu da zanîn ku rîska vê nexweşiyê heye û di girtîgehê de hiştin ji mirinê re vexwendiyê derdixe.
RÊWITIYA MIRINÊ
Koçlu da zanîn ku li gorî diyeta xwe ya bêxwê ya sifir, xwedî nabe û rapora heyetê ya ji bo vê nexweşî û diyetê jî, ji ber ku bi wesayîta rîngê divê 3-4 saetan rêwitiyê bike, nekare biçe û wiha got: “Ji ber ku kelepçe li destê min bixin, ez nekarim di heman pozîsyonê de bi saetan bisekinim. Ger mudaxaleyeke lezgîn pêwist be ev bo min rêwistiya mirinê ye.
Ligel vê mafê tedawî û xwedîbûnê tune tê hesibandin. Ev şert û mercên tecrîdê min roj bi roj berbi krîza Myestaîk kir.
Ji ber nexweşiya min ya ku di sala 2008’an de hatiye tespîtkirin û di heman salê de emeliyata dil a vekirî kiriye û got niha ji sedî 52 rapora wê ya astegdariyê heye.
JI GIRTIYÊN NEXWEŞ RE AZADÎ
Koçlu anî ziman ku bi sedan girtiyên nexweş hene û terqî kirinê hatine kirin û ez ji bo hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazim.”