Li girtîgehên Marmarayê mafên mirovan hatiye binpêkirin!

Li gorî rapora ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê’ ya ÎHD’yê, di nava 3 mehan de 713 caran mafên mirovan hatine binpêkirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, rapora “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmara” yên di mehên Çile, Sibat û Adara 2019’an rû dan de amade kiribû, ji raya giştî re aşkere kir. ÎHD’ê li şaxa xwe ya li Taksîmê civîna çapemeniyê li dar xist û rapor ji aliyê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolarî ve hat xwendin.

Di raporê de binpêkirinên mafan ên li 21 girtîhan hatin jiyîn cih girtin û hat diyar kirin ku girtiyan herî zêde ji Girtîgeha Sîlîvrî, Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdag, Girtîgeha Tîpa M a Gebze û Bakirkoyê serlêdan kirin.

ÊŞKENCE DERP Û MÛAMELEYA XERAB

Rapora ku tê de hat gotin dinava sê mehan de bi giştî 713 binpêkirin pêk hatine wiha ye:

“*Girtî rastî îşkenceyê, derp, muameleya xerab û nêzikatiyêj dij mirovahî hatin.

QEDEXEYÊN RAGIHANDINÊ

*Weşanên weke pirtûk, rojname, kovar, name, faks û weşanên cuda bi hincetên cûr bi cûr li girtiyan hatin qedexe kirin

*Bi awayekê keyfî hevdîtinên parêzer û malbatan hatine sînordar kirin.

BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ

*Mafê tenduristî û dermankirinê yên girtiyan bi hincetên cuda hatine binpêkirin û girtî di demên xwe de nehatine dermankirin û sewqkirin.

CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ Û ŞEWITANDINA ÎNFAZÊ

*Rêveberên girtîgehan bi awayekê keyfî cezayê dîsîplînê didin girtiiyan û înfaza wan dişewitînin. Şewitandina înfazê weke çeke li hemberî girtiyan tê bi kar anîn.

VEXARINÊN GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NADIN WAN

*Li hin girtîgehan vexwarinên mîna vîtamîna B1, karbonat û hwd nadin girtiyên di greva birçîbûnê dene.

*Li Girtîgehên Herêma Marmara bi giştî 713 girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dikin.”