Li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê çi diqewime?

Li girtîgehên dewleta Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, êşkenceya li girtiyên siyasî roj bi roj giran dibe.

Rejîma AKP-MHP ku dike nake nikare îradeya girtiyên siyasî teslîm bigire, zext û zordariyeke giran li wan dike.

ANTALYA

Rayedarên Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê, pirtûkên malbat û parêzerên girtiyên siyasî yên ji girtiyan dişînin red dikin. Serokatiya Desteya Çavdêrî û Îdarê ya Girtîgehê, 12’ê Kanûna 2016’an ragihand ku wê ji derveyê pirtûkên dersan ên dibistanê, tu pirtûkên din  nedin girtiyên siyasî. Ji ber vê yekê rayedarên girtîgehê hemû pirtûkên ji derve tên şandin nadin girtiyan. Bi vê biryarê re girtiyên ku pereyên wan di emanete de tine ne pirtûk nadin wan. Yên pereyên wan heye pirtûkan didin wan. 

Parêzeran li dijî vê pêkanînê serî li Dadgeha Înfazê ya Antalyayê dan û îtîraz kirin. Parêzeran, diyar kirin ku ji derve pirtûk girtin mafê her girtiyane, lê ev maf tim tê sînordar kirin. Dadgehê jî daxwaza parêzeran red kir û bi vê yekê biryara girtîgehê qebûl kir.

ÎZMÎR

Têkildarî binpêkirinên mafan û zextên li girtiyan tên kir, Berdevka Însiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re (ZDÎ) ya Îzmîrê Selma Altan û Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Zafer Încîn daxuyanî dan.

Altan diyar kir ku piştî êrîşên li ser Efrînê polîtîkayên ku girtiyan bikin sîxur li girtîgehan zêde bûne. Altan anî ziman ku girtiyan li dijî yek tîpê amadekariyên xwe kirin e û teqez vê yekê qebûl nakin û wiha got: "Wezareta dadê çareseriyê di zêdekirina girtîgehan de dibînin." Altan, destnîşan kir ku bi taybetî piştî şerê li Efrînê zextên li ser girtîgehan zêde bûn û wiha got: "Her roj girtiyan sirgûn dikin. Girtiyan tazî dikin û sirgûn dikin. Ji ber girtî tazîkirinê qebûl nakin rastî lêdan û tundiyê tên. Li hemû zindanan tecrîdê li ser girtiyan ferz dikin. Şev nivî şevê bi ser odeyên girtiyan de digirin." 
 
Altan anî ziman li Girtîgeha Tîpa T a Odemişê leşkerên ketin qewîşên girtiyan çêr kirine û neheqî li girtiyan kirine û wiha got: "Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê jî girtiyên nexweşiyên giran hene. Piştî hevdîtina parêzeran bi ser odeyên wan de digirin. Girtiyên nexweşên giran nikarin xwe bigînin bijîşkan û nayên dermankirin."

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Îzmirê Zafer Încîn jî diyar kir ku li girtîgehan hewldana girtiyan bikin sîxur zêde bûye û wiha got: "Girtî rastî pêkanînên tecrîdê tên. Pirtûkên li girtîgehan kom dikin. Di navbera girtîgehan de cudakarî gelek zêde ne. Li hin girtîgehan zext gelek zêde ne. Li hin girtîgehan tecrîda giran heye.  Hefteya borî em parêzer li girtîgehên Şakran a Aliaga Odemiş, Kiriklar, Manisa, Akhisar û Alaşehirê geriyan. Di demên dawî de yek tip xistine meriyetê. Rayedarên girtîgehê diyar dikin ku ew li benda rêziknameyê ne û girti jî diyar dikin ku ew tu carî qebûl nakin. Li hin girtîgehan ji ber girtî li dijî vê yekê derketin rastî lêdanê hatin. Li hin girtiyan lêpirsîna disiplinê hatiye vekirin. Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê Ergin Aktaş, Ehmedî Xamî, Yusuf Bulut û Dicle Bozan girtiyên nexweşên rewşa wan giran in. Girtiyên nexweş di bin tecrida giran dene. Nameyên girtiyan jî desteser dikin."

STENBOL

Turan Gunana yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandirayê, 12 rojin di rojiya mirinê de ye. Gunana ji doza PKK'ê cezayê heta hetayê girtiye, 13 sal in di girtîgehê de ye û ji 15'ê Sibatê vir ve di rojiya mirinê de ye. 

Xwişka Gunana Fener Gunana destnîşan kir ku di 20'ê Sibatê roja Sêşemê bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî û hînbûye ku birayê di rojiya mirinê de ye.

MANÎSA

 2 jê nexweş 5 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê hatin kirin, bi hinceta hejmara ser piyan nedane, hatin derpkirin. 

Rayedarên girtîgehê yên girtiyên nexweş Huseyîn Sari, Hasan Şaşmaz û girtî Ridvan Çelîk, Rêber Îldem Nîdaî Tezer ên ji Girtîgeha Tîpa F a Buloyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê kirin, bi hinceta hejmara li ser piyan nedane, derp kirin.  
 
EDENE

Endamê Însiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re Ahmet Oguz bi girtiyên li Girtîgha Tîpa T a Tarsûsê re hevdîtin kir û behsa binpêkirina mafan ên girtiyên jin hevrû dimînin kir. Oguz diyar kir ku girtî di bin zextên dijwar de ne û 3 hevalên wan sewqî girtîgehek din kirine. 
 
Oguz tiştên girtiyan jê re parve kiriye wiha vegot: “Li ser me zextên dijwar hene. Bi awayekî kêfî li qawîşan digerin. Di lêgerîn û dema jimartinê de gardiyan bi kamerayên di destê xwe de dikevin hundir. Yên li dijî pêkanînê derdikevin bi kamerayê dikişînin û cezayan li wan dibirin. Her roj ji bo jimartina ser piya tundiya fizikî li hember me pêk tînin. Midûrê girtîgehê gefa ‘Ez ê we hemûyan rêz bikim. Ev der ne Efrîn e, lê ez ê vir bikim wek Efrînê’ li me dixwe.” 

RÎZE

Li aliyê din li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê jî zextên li ser girtiyan dewam dikin. Siddik Batur ê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê dimîne di 20’ê sibatê de bi malbata xwe re bi riya telefonê hevdîtin pêk anî û got ku bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû mane. Batur ê 26 sal e girtîne bi riya malbata xwe wiha got: “Rêveberiya girtîgehê dest datîne ser pirtûk û nameyan. Ev 26 sal e ez di girtîgehê de me, lê min tu demê nedît ewqas zext li me kirin û bê ehlaqî bi ser me ve hatine. Hemû kelûpelê me birin. Tenê cilên li ser me hiştin. Kelûpelên malbatên me dişînin nadin me. Bi sistematik zextan li ser me dikin. Bi awayekî kêfî serê her saetê bi ser qawîşan de digirin. Cezayên dîsîplînê didin me.” 

AMED

Nîhat Baymiş li Girtîgeha Hejmara 4’an a Tîpa T a Şakranê dima û li vir bi nexweşîna losemiyê (penceşêra xwînê) ket. Lê dermankirina nexweşîna Baymiş nehat kirin û her roja ku çû lê zêde kir û rewşa wî xerab bû. Baymiş bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” beriya 7 salan hatibû girtin û beriya cezayê wî xelas bibe di 9’ê hezîrana 2017’an de bi şertî hat berdan.  Baymiş ê ev du hefte bû li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin, serê sibê jiyana xwe ji dest da. 
 
Malbata Baymiş cenaze ji morga nexweşxaneyê wergirt û li Goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê defin kir. Di merasîmê de malbata Baymiş, endamên Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re, rêveberên DBP Û HDP’ê amade bûn. Cenaze bi xwendina duayan spartin axê.
 
Hevserokê HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamci di merasîmê de axivî û got ku Baymiş ji ciwaniya xwe heta niha ji bo gelê xwe têkoşîn da meşandin. Çamci anî ziman ku her roja ku diçe pirsgirêkên li girtîgehan zêde dibin û got: “Gelek hevalên me yên wek heval Nîhat bi nexweşînên giran re rû bi rû ne. Bi nexweşînan re di nav têkoşînê de ne. 26 girtiyên bi mirinê re hevrû ne hene. Bila destên xwe deynin ser wîjdanê xwe û dev ji vê zilmê berdin.” 
 
Ji bo Baymiş Wê li Mala Şînê ya Pasûriyan serdanên sersaxiyê bên qebûlkirin.