Li Girtîgehên Egeyê 934 binpêkirinên mafan

ÎHD’ê ragihand ku di sala 2023’yan de li girtîgehên Egeyê, 934 caran binpêkirinên mafan pêk hatiye.

BINPÊKIRINÊN MAFAN

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora xwe ya “Di sala 2023’yan de binpêkirinên mafan ên girtîgehan” bi daxuyaniya çapemeniyê eşkere kir. Rapor bi agahiyên hevdîtinên girtiyên di girtîgehên li Îzmîr, Manîsa, Aydin, Denîzli, Balikesir ên xizmên girtiyan, hevditinên saziyên têkildar, hevdîtin û serdanên komeleyê hatiye amadekirin. Raporê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş û endamê Komîsyona Girtîgehan Ahmet Çîçek parve kirin.

Gumuş destnîşan kir ku di sala 2023’yan de binpêkirinên mafan gihişt asta herî jor û bal kişand ser greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya Ocalan. Gumuş îşaret li raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ya derbarê girtiyên nexweş de tên dayîn kir û wiha got: “Di biryarên ATK’ê de derveyî zanistê bûyîn û alîgirî tê nîqaşkirin. Tevî raporên berdanê yên nexweşxaneyên baş, berdana gelek girtiyên nexweş bi hincetên siyasî tê astenkirin. Ji ber vê yekê divê biryarên nexweşxaneyên baş esas werin girtin.”

Gumuş diyar kir ku sepanên Girtîgehên Ewlehiya Bilind (YGC) û Tîpên S’an de girantir bûne û axafttina xwe wiha domand: “Ev girtîgehên cihên ku mafên mirovan bi temamî hatine binpêkirin in. Divê demildest werin girtin. Dema ev hemû binpêkirin li ber çavan tên girtin feraseta ku girtî wek mirov nagire dest, sepanên keyfî, nîzîkatiyên derveyî exlaqî, astengiyên burokrasiyê û nêzîkatiyên derveyî mirovahiyê xwe didin der. Daxwaza me ew e ku bila şert û mercên girtîgehan werin başkirin û binpêkirinên mafên ji holê werin rakirin.”

Çîçek piştre ser 934 binpêkirinên mafan ên di sala 2023’yan de rû dane sekinî û ev agahî parve kirin:

* Lêgerîna tazî: 5

* Tundiya derûnî: 4

* Gef û biçûkxistin: 14

* Tecrît: 47

* Kelemçeya bi pişt ve: 2

* Ferzkirina lêgerîna dev: 22

* Ferzkirina lêgerîna tazî a ziyaretvan: 5

* Tundiya fizîkî: 13

* Astengkirina aktîvîteyên civakî: 50

* Piştguhkirina pêdiviyên sereke: 18

* Di qawîşan de ferzkirina kamerayan: 6

* Sirgunkirin: 26

* Redkirina daxwaza sewqkirinê: 19

* Binpêkirina mafê parastina zimanê zikmakî: 5

* Binpêkirina name, pirtûk û rojnameyê: 63

* Astengiya ragihandinê: 42

* Teslîmnekirina pirtûkên bi kurdî: 10

* Tedawînekirina li nexweşxaneyê: 7

* Sewqên nexweşxaneyan pêk neanîn: 47

* Astengiya dermankirinê: 38

* Girtiyên nexweş: 49

* Girtiyên di greva birçîbûnê de : 46

* Nedana vîtamînên girtiyên di greva birçîbûnê de: 11

* Astengkirina daxwaznameyên ji sazî/dadgahan re tên şandin: 58

* Mirinên biguman: 4

* Bi girtiyên din re derxistina hewadariyê /gefa ewlehiya can: 29

* Girtiyên di qezayên trafîkê de birîndar bûne: 7

* Astenkirina berdana girtiyên nexweş: 1

* Mirina girtiyê nexweş: 1

* Şewitandina înfazê, astengkirina mafê berdana bi venêrîn/cezayê dîsiplînê: 50

* Cezayê hucreyê: 32

* Bêalî nebûna Lijneya Îdare û Çavdêriyê: 8

* Bihabûna fiyetê tişt û xurekên li kantînê tên firotin: 13

* Astenkirina bikaranîna pereyê ji bo kantînê hatiye razandin: 13

* Di odeya yekkesî de ragirtin: 5

* Paqij negirtina derdorê: 14

* Bi ser kapasîteya kawîşê de girtiyan ragirtin: 67

* Redkirina daxwaza qawişê ya ji ber sedemên tenduristî: 2

* Kêmbûna hewadariyê: 3

* Ferzkirina jimartina bi ser piya: 2

* Lêgerîna qawîşê/texrîbkirina tiştên girtiyan: 61

* Bihabûna fatureyên ceyranê: 15