Li Girtîgeha Xarpêtê, ku bi êşkenceyê dibû rojev şewateke mezin!

Li qada kampûsê ya Girtîgeha Xarpêtê, ku tim bi êşkenceya li ser girtiyan dibû rojev şewateke mezin derket.

Li Girtîgeha Tîpa T û E ya Xarpêtê, ku tim bi zext û êşkenceyê tê rojevê, li qada kampûsê şewateke mezin derket. Malbatên ku çûne hevdîtina nasên xwe diyar kirin ku saet 13.00’ê dûxan bi ser kampûsê ketiye. Tê diyarkirin ku ji bo ku şewata ku her ku diçe geş dibe bitemirînin gelek agirkuj çûne girtîgehê. Piştî vê jî diyar bû ku gelek ambûlans çûne girtîgehê.

SERHILDAN?

Hê diyar nebûye bê ka şewat bi çi sedemê derketiye, rayedar agahiyê nadin.

Tê gotin sedema şewatê dibe ku serhildanek be, ku ev girtîgeh bi binpêkirina mafan a girtiyên jin tim dikete rojevê.