Li Girtîgeha Xarpêrtê bi rêk û pêk êşkence tê kirin

Siddik Çaki diyar kir ku ew ji jiyana birayê xwe yê li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2. a Xarpêrtê tê hiştin fikaran dikin û got, "Rayedarên girtîgehê şev û roj li birayê min dixin."

Kek Siddik Çaki diyar kir ku birayê wî Adnan Çaki ji sala 1997'an ve girtî ye û got, "Roja 22'ê Sibatê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivîm. Birayê min got, 'jiyana me ne ewle ye'. Birayê min Adnan Çaki ji sala 1997'an ve li girtîgehê ye. Bi telefonê got ku rayedarên girtîgehê şev û roj li wan dixin. Got ku kinc û pirtûkên me jê re şandine radestî wî nehatine kirin."

Çaki ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got, "Em dixwazin ev êşkence, zext û zilm êdî biqede. Berpirsyarê kiryaran rêveberiya girtîgehê ye. Eger tiştek bi serê birayê min were, berpirsyar rêveberiya girtîgehê ye."

Çaki her wiha li ser rewşa birayê xwe serî li Şaxê Wanê yê ÎHD'ê da û alîkariya hiquqî xwest.