Li girtîgeha Venezuellayê komkujî: 50 mirî, 90 birîndar

Li girtîgeha Venezuellayê komkujî: 50 mirî, 90 birîndar

Di pevçûnên çekdarî yên li girtîgeha Urîbana ya Eyaleta Lara ya bakûrê rojhilatê Venezuellayê qewimîn herî kêm 50 kes mirin û 90 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku, bûyer di demjimêrên dereng yên Înê de rûdane. Midûrê Nexweşxaneya Navendî ya Antonîo Marîa Pîneda, Ruy Medîna ragihand ku heya niha 90 birîndar anîne cem wî û da diyarkirin ku, piraniya wan bi çekê birîndar bûne. Midûr destnîşan kir ku, di bûyeran de herî kêm 50 kes mirin. Midûr aşkera kir ku, hemû qurban ji girtîgeha Uribana ne.

Wezîrê Karê Ceza Irîs Varela di demjimêrên serê sibehê yên Înê de da diyarkirin ku, dema ku rayedaran lêgerîna çekan kir, di navbera rayedar û girtiyan de pevçûnê rû daye û aşkera kiribû ku, gelek kes mirine.

Ev girtîgehek di welat de girtîgeha herî qerebalix û tund tê naskirin. Di girtîgeha ku 250 km dûrî paytext Carcasê de, Çileya 2007’an pevçûnên ku di navbera girtiyan de rûdayî 16 kes miribûn û 13 kes jî birîndar bibûn.

Li gorî hêjmarên fermî li Venezuellayê 50 hezar girtî hene. Lê belê kapasîteya binçêkera girtîgehê ji bo 14 hezar kesan hatiye çêkirin.