Li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê êşkence didome

Erdal Ûçak ê ku 10 roj berê ji Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê derketibû, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê êşkence û zexta li ser girtiyan girantir bûye û banga bihîstyariyê kir.

Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê her dem bi êşkence û zextên li ser girtiyan tê rojevê.  Erdal Ûçak ê ku 10 roj berê ji Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê derketibû, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê êşkence û zexta li ser giriyan girantir bûye û banga bihîstyariyê kir.

Ûçak got ku, “Zext û êşkenceya li ser girtiyên Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê dijwartir bûye. Hemû derfet û mafên girtiyan ji destê wan tê stendin. Her roj du sê caran lêgerîn pêk dihat û di lêgerînan de gardiyanan dest datanîn ser kovar, pirtûk, lênûsk û gotarên girtiyan. Di heman demê de di rojên Şemî û Yekşemê de bi ser menzelan de digirtin û li gorî kêfa xwe menzelên girtiyan didan guhertin. Ji xeynî van zextan ev nêzî salekê ye ku tu girtî nikarin bi rêya telefonê bi malbata xwe re biaxivin. Ji ber ku rêveberiya girtîgehê di dema mafê telefonê de tekmîla nasnameyê li ser girtî û malbatan ferz dike.  Di dema têketina girtîgehê de lêgerîna bi tazî li ser girtiyan û malbatan tê ferzkirin. Dema ku girtî van pêkanînan qebûl nakin jî, êşkence li wan tê kirin.”

Ûçak diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li gorî kêfa xwe cezayê dîsîplînê dide girtiyan û yên ku cezayê wan qediyaye jî bi awayekî kêfî cezayê wan bi dawî nayê kirin.