Li girtîgeha Sêrtê pêkanînên keyfî

Li girtîgeha Sêrtê pêkanînên keyfî

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dan zanîn ku ev demeke li girtîgehê aşpêj nîne û xwarin ji aliyê gardiyanan ve tê pijandin û diyar kirin ku di nava xwarinê de kêzik derdikevin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê bi riya malbatên xwe der barê girtigehê de daxuyanî dan. Malbatên girtiyan destnîşan kirinku li girtîgehê ev demeke aşpêj nîne, gardiyan di nava şert û mercên qirêj û bêtenduristî de xwarinê dipijînin. Malbatan dan zanîn ku di xwarinê de kurm, zirqetik, sirsirk, kêzikên din derdikevin û malbatan xwestin ku pêkanînên kêyfî bi dawî bibin û banga hestyarî li raya giştî kir.