Li girtîgeha Şakranê li 4 girtiyan îşkence
Li girtîgeha Şakranê li 4 girtiyan îşkence
Li girtîgeha Şakranê li 4 girtiyan îşkence
Gardiyanên Girtîgeha Şakranê ya Îzmirê îşkence bi girtiyên siyasî Mustafa Çaçan û 4 hevalên wî kirin milên wan şikandin.
Li girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê ji aliyê gardiyanan ve girtiyên siyasî, ji bo ku xwestine hevalên wan ên nexweşê giran bibin nexweşxaneyê ev xwestek nehatiye bi cîh û di ser de jî işkence hatiye kirin û milên wan hatiyê şikestin Diya Mustafa Çaçan Saide Çaçan diyar kir ku piştî ev işkence hat kirin ew xwestiye ku lawê xwe bibîne lê dozgerî destûr nedaye û wiha domand: "Lawê min 7 salin girtî ye û salek e li girtîgehe Şakranê ye. Ew û hevalên xwe şert û mercên giran de dijîn. Di 30 cotmehê de telefonî me kir û got ku gartiyan îşkence bi wan kir û di îşkenceyê de milên wan şikandin. Min serî li Dozgeriya Komarê ya Îzmirê da, lê dozgeriyê destûr neda ku ez lawê xwe bibînim. Gotin ku cezayê hevdîtinê hatiye birîn. 8 rojin ku ez lawe xwe nabînim. Ez ji tendûrîstî û ji jiyana lawê xwe bi fikar im."
'GIRTIYAN BI KELEPÇEYAN DERMAN DIKIN'
Dayika Musatafa Çaçan Saide Çaçan da zanîn ku girtiyên Girtîgeha Şakranê bi temamî di şertê giran de dijîn û wiha axivî: "Xwarina wan pir xerab û kevn e. Gelek caran di xwarina wan de kêzik û tiştên biyanî derdikevin. Ava wan pir caran tûne. Destûr nadin ku girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê. Gava dibin nexweşxaneyê jî, bi kelepçeyê derman dikin. Hefteya borî Mustafa û hevalên wî ji serkarê girtigehê xwestin ku hevalên wan yên ku nexweşiya wan giran in bibin nexweşxaneyê. Lê destûr nedan. Bi ve yekê jî nehatin ser û işkence bi wan kir. Di îşkenceyê de gardiyanan milê wan şikandin." Dayika Saide anî ziman ku ev hovîtî nayê qebûl kirin û dê li pey mafên xwe bigerin. Çaçan, ji bo parastina mafê xwe yê hiqûqî serî li TUHAD-DER'ê da.
ÇAÇAN BERÊ JÎ 12 SAL Û NÎVAN GIRTÎ MABÛ
Çaçan, berê 12 sal û nîvan di girtîgehê de ma û serbest hat berdan. Piştî serbest hat berdan di DTP'ê de xebata siyasetê meşand. Çaçan, piştre di sala 2006'an de disa hat girtin û 7 salin girtî ye. Çaçan, cara duyemîn ji "Endamê Rêxistinê" hat cezakirin û rastî 20 sal cezayê girtîgehê hat. Çaçan di nava 7 salan de li girtîgehên Bûca û Şakranê girtî ma. Çaçan, saleke li Girtîgeha Tîpa T-2 a Şakranê girtî ye.