Li Girtîgeha Kerecê ciwanekî dawî li jiyana xwe anî

Li Girtîgeha Kerecê ciwanekî dawî li jiyana xwe anî

Hat ragihandin ku, li girtîgeha Reca ya bajarê Kerecê ciwanekî 25 salî xwe bidarvekiriye û jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî rapora Çalakiya Mafê Mirovan a li Îranê duh ciwanê 25 salî yê bi navê Peyam Îslamî li girtîgeha hucreya 6’a ya girtîgeha Reca ya bajarê Kerecê xwe bi darve kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Tê destnîşankirin ku bi mebesta hişyarkirinê rê kirine hucreya yekkesî.

Ne hat zanîn ku, Peyam Îslamî ji ber çi hatibû girtin û cezayê wî çi bû.