Leşkerê bi navê Emre Ersoz ku li girtîgeha Tîpa F ya Kocaeliyê leşkerî dikir hate îdîa kirin ku, întîhar kiriye.
Di derbarê mirina leşker de ku hêj daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn, cenazeyê wî ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.
Di 17’ê Çileyê de li navçeya Lîcê ya Amedê li Qerekola Cendermeyan ya Duru leşkerê bi navê Dogan Turk dema li mewziya herêma barageha Narli nobedar bû bi çeka luledirêj gule lê hat barandin. Turkê ku bi giranî birîndar bû dema rakirin Nexweşxaneya Tîpê ya Zanîngeha Dîcle di rê de jiyana xwe ji dest da. Turkê ku dê di 15’ê sibatê de terhîs bibe, di derbarê mirina wî de lêkolîn didomin.
Di sala 2012’an de 66 leşker bi îdiaya ku ‘întîhar kiriye’ mirin. Mirinên leşkera ku sedemên wê wekê ‘întîharê’ tê aşkerakirin di sala 2012’an bi taybet zêde bûne. Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2011’an de di mirinên leşker û polîsan de 43 bûyerên bi gûman pêk hatine û ev hejmar di 2010’an de wek 47 derbazî qeydan bûye.
Li gorî daneyên Wezareta Parastina Netewî ya di meha kanûnê de aşkera kir, di navbera 2007-2012’an de 129 leşker bi qezeyên çekê mirine. Di 5 salên dawî de ji bilî pevçûnan 1108 leşker li ser peywirê mirine û ji vana 263 serbaz û 845 leşkerbûne.