Li Girtîgeha Kandirayê hewldanên provokasyonê zede bûne
Li Girtîgeha Kandirayê ku Fîgen Yuksekdag û Semra Guzel jî lê rehîn tên girtin, êrîş û hewldanên provokasyonê zêde bûne.
Li Girtîgeha Kandirayê ku Fîgen Yuksekdag û Semra Guzel jî lê rehîn tên girtin, êrîş û hewldanên provokasyonê zêde bûne.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku di van demên dawî de li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê li dijî girtiyên jin êrîş û binpêkirinên mafan zêde bûne ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û Parlamentera Amedê Semra Guzel jî li wir tên rehîngirtin.
Li gorî agahiyên ku girtiyan bi parêzerên xwe re parve kirine, ev du meh in zext û êrîşên tecrîd û çavdêriya îdareyê zêde bûne. Hate zanîn ku mehê 3-4 caran di bin navê lêgerînê de dikevin odeyên girtiyan û tiştên girtiyan tên desteserkirin. Di gel desteserkirina tiştên weke mont, betenî û amûrên paqiyê bi awayekî kêfî weşanên demkî û kovar jî tên berhevkirin. Eşyayên ku tên desteserkirin jî ji bo lêpirsîn û cezayan weke hincet tên nîşandan.
Girtiyan ragihandiye ku tevî gilî û hemû diyalogên li gel îdareya girtîgehê jî bi awayekî kêfî lêgerîn tên kirin û di hemû lêgerînan de hucre û odeyên girtiyan tên bêserûberkirin. Girtiyan daye zanîn ku Alîkarê Midûrê girtîgehê B.Y bi xwe beşdarî kiryara desteserkirina tiştên girtiyan dibe û lêgerînan vediguherînin operasyoneke taybet. Her wiha girtiyên jin destnîşan kirine ku gardiyan bi armanca desteserkirina tiştên girtiyan û derxistina rageşiyê tên wezîfedarkirin û ragihandine ku li girtîgehê amadekariyên êrîşên mezintir tên kirin.
JIYANA GIRTIYAN DIXIN TALÛKEYÊ
Girtiyan banga hişyariyê li raya giştî kirine û ev agahî parve kirine:
‘’Di 23’yê Cotmehê de 3 girtiyên jin (Dîlber Tanrikûlû, Gulşen Bahadir, Zozan Kûtûm) bi hinceta ku cezayên wan mubeta girankirî teqez bûye, ew birin hucreyên yek kesî. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Garîbe Gezer jî di heman hucreyan de hatibû qetilkirin û şert û mercên hucreyên berbehs gelekî xirab in. Piştî Garîbe Gezerê girtiyeke edlî jî jiyana xwe ji dest dabû. Li gel van yekan Desteya Çavdêriya Mafên Mirovan a Bajêr lêkolîn dabû destpêkirin û bi raporekê dabû zanîn ku şert û mercên hucreyên berbehs gelekî xirab in û girtî nikarin lê bijîn. Hucreyên ku piştî bertek û hewldanên mirovî demekê vala man, weke cihê êşkence û mirinê dubare hatin tijekirin. Jin di nava tecrîdê de bi tecrîda taybet û di nava cezayan de bi cezayên taybet re rû bi rû ne.
Girtiyên jin li gel birina 3 girtiyên jin, ji bo xwedîderketina mafên xwe yên jiyanî yên bingehîn û ji bo ku balê bikşînîn ser encamên trajîk ên muhtemel rewşa heyî protesto kirin û derheqê jinên ku nerazîbûnên xwe nîşan dayî de bi dawxaze cezakirinê lêpirsîn hatin vekirin. Dixwazin 17 girtiyên jin werin cezakirin ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û Parlamentera Amedê Semra Guzel jî di nav de ye. Hinceta vê yekê jî weke berzkirina dirûşmeya ‘’Hûn nikarin bi zext û hucreyan me bitirsînin’’ hate nîşandan. Îdareyê bersiv nedaye daxwazên hevdîtin û diyalogê jî. Helwesta îdareyê ya avakirina provokasyona bi awayekî israr berdewam dike. Dixwazin li ser girtiyên siyasetmedar rageşiya heyî zêdetir bikin.’’