Li girtîgeha Îlam û Kirmaşanê 15 girtî hatin darvekirin

Li girtîgeha Îlam û Kirmaşanê 15 girtî hatin darvekirin

Li girtîgeha Îlam û girtîgeha Dîzil Abadî ya Kirmaşanê ji aliyê rejîma Îranê ve 15 girtî hatin darvekirin.

Li gorî rapora Çalakvanên Mafên Mirovan  pênçşema borî li girtîgeha Dîzil Abadî ya bajarê Kirmaşê ji ber sedemê bazirganiya madeyên hişber 7 kes hatine darvekirin û heta niha di der barê nasnameya wan de tu agahî nehatîne dayîn.

Hat ragihandin ku di heman rojê de li girtîgeha îlam jî 8 kes hatîne darvekirin. Di raporê de tê destnîşan kirin ku, di derbarê nasnameya wan  de jî heta niha agahî bi dest neketîne.

Lê heta niha çapemeniya fermiya Îranê di der barê bi darvekirina van 15 kesan de tiştek ne gotine.

Li Îranê di nava meha dawî de 17 jê Kurd tê gotin bi giştî 79 kes hatine darvekirin. Cezayê bi darvekirinê Kurd jî di nav de li gelek kesan jî hatiye. Herî dawî, xwişk û parêzeren Hebîbûllah Letîfî dane diyarkirin ku, Letîfî di bin metirsiya darvekirinê de ye û ew ditirsin her kêliye de bê darvekirin