Bavê Mahîr Dogan Tîmûr Dogan ê ji ANF'ê re axivî, ku giliyê gardiyanan kiriye, diyar kir ku ew ji jiyana kurê xwe û hevalên wî bi fikar e.
'DEST Û LINGÊN WAN BI KELEPÇEYÊ GIRÊ DIDIN Û LI WAN DIDIN'
Li girtîgehên Tirkiyeyê ku mafên mirovan di asteke tirsnak de tên binpêkirin, her roj agahiyek nû li ser îşkenceyê tê bihîstin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Hejmara 2. a Sîlîvrî ye. Derket holê, ku di vê girtîgehê de beriya girtî derkeve pêşberî xizmên hatine ziyareta wan, îşkence li wan tê kirin. Yek ji girtiyên siyasî yên îşkence lê hatiye kirin, Mahîr Dogan e. Bavê Dogan Tîmûr Dogan diyar kir, di sibeha 15'ê Sibatê de gardiyanan dest û lingên kurê wî û hevalên wî bi kelepçeyê girê dane û li wan dane. Dogan anî ziman, kurê wî Mahîr Dogan di dema vê êrîşê de pêlava xwe winda kiriye û tevî hevalekî xwe yê bi navê Dogan Karataş li odeya sungerkirî hatine bicihkirin û piştî çend saetan derxistine hevdîtinê.
'DEMA HAT SERDANÊ, FEREK PÊLAVA WÎ TINE BÛ'
Bav Dogan ragihand, wê rojê hevsera wî Zarîfe Dogan çûye serdanê û dîtiye ku ferek pêlava kurê wî nîne, matmayî maye û got, "Dema ku dayika wî Mahîr bi wî rengî dît, jê pirsî bê çi bûye. Wî jî got, belasebep gardiyanan serê sibehê avêtin ser qewîşan û tiştên anîn serê wan, vegot. Rûyê wî werimî bû, destên wî sor bûbûn. Hevsera min di nava panîkê de li min geriya û qala rewşê kir."
Dogan diyar kir, kurê wî 3 meh berê li Komeleya Federasyona Ciwanan a li Okmeydani hat binçavkirin, bi rengekî neheq hat girtin û got, "Girtina kurê min bi bahaneya Rewşa Awarte têra wan nekir, niha jî li girtîgehê gardiyan îşkenceyê lê dikin. Me di nava zor û zehmetiyên mezin de ew mezin kir. Li Zanîngeha Egeyê xwendekar bû. Bi girtinê re ew ji mafê wî yê perwerdeyê bêpar hiştin."
'EM NE LI PIŞT KURÊ XWE NE, EM LI PÊŞIYA WÎ NE'
Dogan li cem Dozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê giliyê gardiyanan kir û anî ziman, piştî gilîkirinê dema ku ji bo birina pêlavê çû girtîgehê, bihîst ku qewîşa kurê wî hatiye guhertin. Dogan got, "Ez ji jiyana kurê xwe û hevalên wî bi fikar im" û wiha dewam kir: "Eger tiştek bi serê kurê min bê, Di serî de Wezîrê Edaletê û rêveberiya girtîgehê, wê hemû rayedarên hikûmetê berpirsyar bin. Di nava tecrîde de girtiyand ixin tecrîdê û îşkenceyê li wan dikin. Kurê me bêxwedî nîne; em ne li pişt kurê xwe ne, em li pêşiya wî ne. Yên ku vê zilmê li me dikin bila ji bîr nekin; roj wê bê, zarokên wan jî wê xwedî li wan dernekevin."