Li Girtîgeha Espiye ''Engels' jî 'terorîst e'
Bi salan e ku li Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê polîtîkayên zext û zordariyê zêde ne. Girtiyên ku dengê wan nayê bihîstin gotin her tişt kêfî tê kirin, banga alîkariyê li saziyên mafê mirovan kirin.
Bi salan e ku li Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê polîtîkayên zext û zordariyê zêde ne. Girtiyên ku dengê wan nayê bihîstin gotin her tişt kêfî tê kirin, banga alîkariyê li saziyên mafê mirovan kirin.
Girtîgehên li Tirkiyê bûne navenda êşkence, sirgûn û kirinên der mirovî. Li Girtîgeha Tîpa L'yê ya Espiye ya Gîresûnê qada jiyanê li girtîgehan hatiye tengkirin. Îdareyên girtîgehan ku xwe didin pişt hincetên vîrûsa koronayê nahêlin ku girtî hewcehiyên xwe yên mirovî jî bi cih bînin.
Girtî bi axaftina telefonê ya bi malbatê re tiştên ku têne serê wan vegotin, diyar kirin li girtîgehan ji kapasîteyê zêdetir girtî têne girtin, 24 kesan dixin koxûşên 14 kesî.
Girtiyan diyar kirin li her koxûşê pergala odeyê heye, li odeyên 20 metroyî ku dive du kes bimînin sê kes têne girtin, li odeyên pir biçûk ew bi zorê hilmê didin û distînin.
Girtiyan her wiha gotin pencereyên ku bi sîxên hesinî têne girtin bi ser de ji bo ku bi têlên direhî têne girtin hewa bi zor dikeve hundir, ew bi zorê dihilmijin.
Girtiyan diyar kirin hevalên wan ên bi nexweşiya giran hene lê dermanan jî nadin wan, bi hîsên nîjatperest û faşîstî nêzî wan dibin.
Her wiha girtiyan diyar kirin ku dest li ser zarfên nameyan, radyo û pirtûkan datînin, li girtîgehê pirtûkên Kurdî bi temamî qedexe ye û pirtûkên bi Tirkî ku li ser Kurd hatibe nivîsîn bi gotina, ''bi pirsgirêk e'' nadin wan, rêveberiya girtîgehê pirtûkên Frîedrîch Engels, Mîhaîl Bakunîn jî bi hinceta ku taloke ye nadin girtiyan, rêveberiya girtîgehê rojnameyan jî nadin girtiyan.