Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Girtîgeha Edîrneyê terora gardiyanan

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê, 11 girtiyên ji doza PKK'ê bi lez û bez sirgûnî Kayseriyê hatin kirin û piraniya eşyayên wan hatin şikandin.

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê ku bi salane navê wê bi êşkence û kiryarên xerab tê bîranîn, girtî hatin sirgûnkirin. Bi dehan gardiyanan roja 14'ê Mijdarê saet di 04:00 de avêtin ser qewîşan û 11 girtiyên ji doza PKK'ê derxistin derve. Girtiyên bi navê Mehmet Çelîk, Erhan Kaya, Cengîz Oner, Nevzat Bahadir, Mûrat Çayir, Cemîl Akin, Îsa Kaya, Îbrahîm Fîlîz, Îbrahîm Nîlufer, Hasan Baran Akbaş û Şeyh Davût Başkan ku nehiştin rahêjin eşyayên xwe, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Kayseriyê hatin kirin.

Di dema serdegirtina qewîşan de gardiyayan eşyayên girtiyan avêtin erdê û şikandin. Her wiha pirtûk û notên girtiyan jî desteser kirin.

Rêveberiya girtîgehê ji bo têkiliya navbera girtiyên PKK'yî bibire, kesên ji cemaeta Gulen û girtiyên edlî xistiye navbera qewîşan.

Li vê girtîgehê, bi heman rêbazê 20 girtiyên ji doza PKK'ê hefteya bihurî hatibûn sirgûnkirin.