Li Girtîgeha Buca êşkenceya kamerayan

Li Girtîgeha Buca êşkenceya kamerayan

Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F a Buca di nav tecrîdê de ne êdî 24 saetan bi kamerayan tên şopandin.   

Li gorî nûçeya Ozan Yayman a  di rojnameya Cumhuriyetê de li Gîrtîgeha Tîpa F a Buca ku demeke dirêj e di mijara îhlalkirina mafê mirovan de dikeve rojevê, 24 saetên girtiyên di qawîşên 3 kesî de dimînin bi kamerayan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên şopandin.   

Kamerayên ku li cihê hewastendinê hatine bicihkirin hundirê qawîşan dibine, di nav de xwendina pirtûkan û sohbet jî tevayî tevgera girtiyan tê kontrolkirin.  

Sadik Çelîk ê ji girtîgehê ji rojnameya Cumhuriyet re nameyek şand got, “Dema hûn xwarinê dixwin, avê vedixwin, sporê dikin, pirtûkê dixwînin, dinivisînin, paqijiyê dikin, televîzyonê temaşe dikin, bi hevalên xwe re sohbetê dikin,  dema hûn difikirin, bêhna xwe vedidin, dikenin, xemgîn dibin, aciz dibin, hema hûn dikarin her tiştî tevlî bikin. Timî hûn ê bi kamerayan werin şopandin… We yê çi kiriba? Ma hûn li hember dernediketin?”