Li Girhokê operasyon: Ji komên çete gelek kuştî û dîl hene
Li Girhokê operasyon: Ji komên çete gelek kuştî û dîl hene
Li Girhokê operasyon: Ji komên çete gelek kuştî û dîl hene
Hêzên YPG’ê li dora gundên Girhok, Yûsifiyê û Cinêdiyê yên Girkê Legê li dijî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/ Eniya El-Nusra operasyon da destpêkirin. Hate ragihandin ku di pevçûnên hîn didomin de ji komên çete gelek kuştî hene, 2 ji wan dîl hatine girtin û 3 cenazeyên wan jî di destê YPG’ê de ne.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, hêzên YPG’ê li derdora demjimêr 22.30’an de li dora gundên Girhok, Yûsifiyê û Cinêdiyê yên girêdayî Girkê Legê, li dijî komên çete operasyon dan destpêkirin. Hate ragihandin ku, di operasyonê de bendek kontrolê ya di navbera gundên Yûsifiyê û Girhok de ji destê komên çete de hatiye girtin, gelek ji endamên van koman hatine kuştin, ji van 3 cenaze di destê YPG’ê de ne û 2 jî dîl hatine girtin. Her wiha hate gotin ku wesayîtek doçkayê jî hatiye desteserkirin.
Hate ragihandin ku pevçûn di navbera gundên Yûsifiyê û Cinêdiyê de didomin.