Li Girê Spî 2 endamên komên çete hatin kuştin

Li Girê Spî 2 endamên komên çete hatin kuştin

Li  herêma Girê Spî (Til Ebiyad) di şerên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/ Eniya El-Nusra de 2 endamên çete hatin kuştin, wesayîtek wan jî hate rûxandin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro danê nîvro li nêzî gundên Saronciyê û Mehmûdiyê yên Girê Spî navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/ Eniya El-Nusra de şer rû daye û di encam de 2 endamên komên çete hatine kuştin.

Li aliyekî din hate ragihandin ku şervanên YPG'ê li nêzî gundên Camis û Celebê yên Girê Spî maşîneyeke barkirî ya komên çete bi temamî rûxandine, lê derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatine bidestxistin.