Li Girava Odense meşa bi meşale
Li Girava Odense meşa bi meşale
Li Girava Odense meşa bi meşale
Li Girava Odense ya Danîmarka bi armanca şermezarkirina êrîşên li hember Kobanê meşeke bi meşale hat lidarxistin.
Kurdên li Danîmarka çalakiyên xwe didomînin. Kurdistaniyan danê êvarî li Girava Odense mîtîng û meşek li dar xistin.
Di mîtînga ku ji aliyê Komeleya Çandê ya Kurd a Odense, Komeleya Çandê ya Kurd a Horsens û Cemiyeta Elewiyan ve hat organîzekirin, girseyê dest bi meşa bi meşale kir.
Di meşê di mîtînga hat lidarxistin de li ser navê saziyan axaftin hatin kirin. Encûmena Partiya Yekîtî ya Şaredariya Odense Lene Junker a tevlî mîtîngê bû, bêdengiya navneteweyî ya li hember Kobanê şermezar kir û got ku wê piştgiriyê bidin Kobanê.