Li Gîessenê êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê hat protestokirin

Êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê li bajarê Gîessenê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) hate bîranîn.

Meş û mîtîng ji aliyê Meclîsa Jinê ya Berçem û Meclîsa Gel a Gîessenê ve hate organîzekirin.

Kurdistaniyên li Gîessen, Wetzlar, Marbûrg û derdora wê tevlî meşê bûn. Girseya gel bi pankartên bi nivîsa "Şengal, em ê efû nekin, em ê ji bîr nekin", "Dewleta Tirk daristanên Kurdan dişewitîne, dewleta Tirk herêmên Kurdan dişewitîn" ji Berlîna Platzê dest bi meşê kirin.

Elmanên li derdorê jî bi çepik û nîşaneya serketinê piştgirî dan meşê. Di dema meşê de belavokên ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ve hatibûn amadekirin hatin belavkirin û xwendin. Di çalakiyê de her wiha li ser şewitandina daristanên Dersimê bi destê hêzên dewleta Tirk ve, agahî hate dayin.

Meşê heta Kîrchenplatzê dewam kir. Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştî xwendina daxuyaniyê qediya.