Li Gîessen û Frankfurt çalakiya, ‘Ma bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc e’

Li Gîessen û Frankfurt çalakiya, ‘Ma bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc e’

Li bajarên Gîessen û Frankfurt ên Elmanya bi daxwaza qatilên yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz,  nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez derkevin holê çalakiya her Çarşem a “Ma bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc e” hat lidarxistin.

GÎESSEN

Li bajarê  Gîessen ê Elmanya ji aliyê Meclîsa Jinan a Berçem mîna her Çarşem duh jî çalakiya kon hat lidarxistin. Di çalakiya ku di navbera 15:00-18:00’an de pêk hat, jinan belavokên ji bo ronîkirina komkujiyê belav kirin.

Di çalakiyê de wêneyên, Cansiz, Dogan û Şaylemez ku hatin daliqandin, pankarta, “Me komkujiya Parîsê ji bîr nekir, em ji bîr nakin” vekirin.

FRANKFURT

Li bajarê Frankfurt jî, adresa çalakiyan weke her Çarşem, duh jî pêşiya Konsolosxaneya Fransa bû. Girseya saet 14.30’an li ber Konsolosxaneya Fransiz a li Bokunhaime Warte dest bi çalakiyê kir, pankarta, “Me komkujiya Parîsê ji bîr nekiriye, em ji bîr nakin” vekirin. Girseya ku wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylamez vekirin dirûşmên, “Me komkujiya Parîsê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin”, “Leyla, Sakîne, Fîdan dijîn", “Her hefte roja Çarşemê ji bo hesabpirsînê em ê li vir bin" gotin.

Çalakî piştî daxuyaniya CENÎ ya têkildarî komkujiyê hat xwendin bi dawî bû. Girseyê ji bo meşa roja Şemiyê ya li hember qedexeya li dijî PKK’ê li ber HBF’ê wê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.