Li gelek navendên Elmanyayê bi hezaran kes daketin meydanan

Li bajarên Elmanya Essen, Bonn, Dûîsbûrg, Dortmûnd, Koln û Osnabruckê bi hezaran kes daketin qadan û komkujiya Enqereyê şermezar kirin. Di çalakiyan de dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Kujer Erdogan wê hesap bide, hatin qîrîn.

Li bajarên Elmanya Essen, Bonn, Dûîsbûrg, Dortmûnd, Koln û Osnabruckê bi hezaran kes daketin qadan û komkujiya Enqereyê şermezar kirin. Di çalakiyan de dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Kujer Erdogan wê hesap bide, hatin qîrîn.

ESSEN: Komkujiya Enqereyê, li bajarê Elmanya Essenê bi çalakiyek bi beşdariya 1500 kesî hat şermezarkirin. Di çalakiya ku pêkhateyên çep û demokratîk jî lê amade bûn de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan", "Kujer Erdogan wê hesap bide" hatin qîrîn.

DRESDEN: Li ber Theaterplatz-Semperopere ya bajarê Dresenê çalakiya protesteyî hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi zimanên Kurdî, Elmanî û Tirkî daxuyanî hat dayîn û hat ragihandin ku ev êrîş li dijî biratî, aştî, mirovahî û demokrasiyê hatiye kirin. Li dû daxuyaniyê girseya gel bi 48 wesayîtan çû Berlînê û dengê xwe da HDP'ê.

BONN: Kurdistanî û dostên wan ên Elman li bajarê Bonnê bi meşekê, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. Meş bi mîtînga li Frîedenplatzê bi dawî bû. Nûnera Meclîsa Jinê ya Sara li vir peyivî û got, "Mîna komkujiya li Enqereyê, Kurd û hemû mirovên pêşverû hedef tên girtin, dixwazin werin tinekirin. Em ê li dijî vê her tim li ser piya bin, em ê li ber xwe bidin.
Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû jî bibîr xist, ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê Erdogan ve hatiye bidawîkirin û li Kurdistanê şer hatiye dijwarkirin. Mûtlû bang li hilbijêrên li Ewropayê dijîn kir, dengê xwe bi kar bînin û tevlî xebatên ji bo hilbijartinê bibin.

DÛÎSBÛRG: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya bi sedan kesî, li bajêr çalakiyek lidar xist û komkujiya li Enqereyê şermerzar kir. Tevî NAV-DEM'ê ATÎF, AGÎF, DÎDF, Însiyatîfa Kurecikiyan, ADHF û MLPD beşdarî çalakiyê bûn. Parlamentera HDP'e ya Amedê Feleknas Ûca destnîşan kir, ku hesabê komkujiyên Amed, Pirsûs, Enqere û hemû komkujiyan wê were pirsîn.

DORTMÛND: Bi pêşengiya Meclîsên TJK-E û Navenda Civaka Demokratîk, li bajarê Dortmûndê bi beşdariya 2.500 kesî çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Nûnerên NAV-DEM, AABF, ATÎK, HDP, EMEP, MLKP, Eniya Gel, MLKD a Elman, yekîtî, komele, partiyên siyasî û rêxistinên beşdarî çalakiyê bûn, komkujî lenet kirin.

KOLN: Li Kolnê jî bi çalakiyekê, komploya navneteweyî û komkujiya li Enqereyê hat şermezarkirin. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Yekîtiya Hêzê, 2 hezar kes li ber Meydana Domê ya Dîrokî kom bûn û gotin, "Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa HDP." Di axaftinên li vir de hat ragihandin ku ev şer di navbera qesrê û hêzên demokrasiyê de tê meşandin û banga xwedîderketina li aştî û demokrasiyê li her kesî hat kirin. Li Kolnê Kurdistanî wê sibe û roja Sêşemê, bi armanca şermezarkirina komkujiyê dakevin qadan û ji bo van çalakiyan banba beşdariyê ji aliyê Komîteya Amadekar ve hat kirin.

OSNABRUCK: Li Osnabruckê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Çandê ya Elewiyan alakiyeke hevpar lidarxistin. Di çalakiyê de endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Pinar Aydinlar, endamê Desteya Rêveber a AABF Ozkan Lafatan, Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç û nûnerên Civaka Azad a Musterê û saziyên Elman amade bûn. Beşdaran, komkujiya hovane ya li Enqereyê lenet kirin û banga bilindkirina têkoşînê kirin.

...