Li gelek navendên Awûstûryayê çalakiyên Kobanê

Li gelek navendên Awûstûryayê çalakiyên Kobanê

Kurdistaniyên li Awûstûryayê, ji bo xwedî li berxwedana Kobanê derkevin çalakiyan lidar dixin. Li bajarê Înnsbruckê avahiya partiya desthilatdar SPO hat dagirkirin, li Bregenzê jî çalakiyên bêîteatiyê dewam dikin.

ÎNNSBRUCK

Kurdistaniyên li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê dijîn, avahiya partiya desthilatdar SPO dagir kirin. Kurdistaniyan diyar kirin ku heta bi rayedarên partiyê re hevdîtinê nekin, ew ê ji avahiyê dernekevin. Çalakiya Kurdistaniyan dewam dike.

Kurdistaniyên li Bregenzê jî, çalakiyên xwe yên bêîteatiya sivîl dewam dikin. Kurdistaniyan Parlamenta Eyaleta Bregenzê dagir kirin.

LÎNZ

Li Lînzê jî duh 300 Kurdistaniyan li HBF a Lînzê meşek lidar xistin. Kurdistaniyên li vir çalakiya dagirkirinê dan destpêkirin, li dû hatina medyayê dawî li çalakiyê anîn. Li Lînzê wê îro saet di 15:30 de Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi hev re meşekê lidar bixin. Girseya gel a li ber Landesregierungê bicive, wê heta Hauptplatzê bimeşe.

GRAZ

Li Grazê duh li ber HBF girseya gel civiya û çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin. Li dû çalakiya ku saetekê dewam kir biryar hat dayîn ku meşek bê lidarxistin. Îro jî saet di 15:30 de wê li Greisplatzê meşek bê lidarxistin. Ji bo meşê Kurdistanî û dostên wan ên li Grazê hatin vexwendin.