Li gelek navendan agirê Newrozê geş bû

Li gelek navendan agirê Newrozê geş bû

Li navçeya Erxenî, Nisêbîn, Silopî, Yuregîr û Seyhanê agirê Newrozê geş bû. Bi hezaran welatiyan li dora agir govend gerand û Newroz pîroz kir. Di hemû pîrozbahiyan de peyama hevpar ew bû ku, dê Newroza îsal bikin Newroza Azadiya Ocalan.

EDENE

Li navçeya Yuregîr û Seyhanê yên Edeneyê di çarçoveya pîrozbahiya Newrozê de li taxên Ozgur û Gulbahçe şahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Di şahiyê de endam û rêveberên Rêxistina BDP'a Edeneyê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Girseyê di pîrozbahiyê de rengên kesk, sor û zer alên BDP'ê vekirin û agirê Newrozê pêxistin. Girseyê piştî agirê Newrozê pêxistin li derdora agirê Newrozê li ber dengê def û zurneyan govend gerandin û silogan avêtin. Bê navber siloganên "Bijî Newroz", "bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vire"qîr kirin. Di pîrozbahiyê de Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak axaftin kir û diyar kir ku, dê Newroza Îsal bikin Newroza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Girseyê li qadên pîrozbahiyên Newrozê heta derengê şevê govend gerandin.

ERXENÎ

Li navçeya Erxeniya Amedê jî bi heman armancê ji aliyê Rêxistina BDP'ê ve Agirê Newrozê hat pêxistin. Rêxistina BDP'ê li ber avahiya BDP'ê Agirê Newrozê pêxist. Serokê BDP'a Erxeniyê Cavidan Yaman û bi sedan kes amade bûn. Girseyê bê navber siloganên "Biji Serok Apo" û "Ocalan" qîriyan. Girseyê piştî agirê Newrozê pêxistin li derdora agir govend gerandin.

SILOPÎ

Li navçeya Silopiyê a Şirnexê jî bi sedan welatî li taxa Başakê kom bûn û yekem Agirê Newrozê geş kirin. Serokê BDP'a Silopiyê Muhsun Kunur jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Bi sedan kesên ku agir pêxist li dora agir govend gerand û bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire", "Ocalan" û "Bê Serok jiyan na be" bilind kirin. Girseyê li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakir û fîşekê hewayî teqandin. Serokê BDP'a Silopiyê Muhsun Kunur, bagn li her kesî kir û xwest ji 7 sali heta 70'e sali her kes tevlî Newrozê bibe.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî bi heman armancê agirê Newrozê li taxa Firatê hat pêxistin. Pîrozbahiya Newrozê di pêşengiya BDP'ê de ji aliyê sedan kesan ve hat pîrozkirin. Hevserokên BDP'a Nisêbînê Abdulbari Eren û Zinnet Algat, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, MEYA-DER, KURDÎ-DER, înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Aktivîstên DOKH'ê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Girseyê di Newrozê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan", "Şehid namirin" qîriyan kirin. Girseyê piştî agirê Newrozê pêxist li dora agir govend gerandin. Hevserokê BDP'a Nisêbînê Abdulbari Eren, bang li gel kir û xwest bi girseyî tevlî Newroza 19'ê Adarê bibin û Newroza îsal bikin Newroza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.